Du caran hat binçavkirin, hat girtin û niha jî çalakiya xwe li malê didomîne 2019-04-14 09:16:30 AMED - Bîlal Ozgezer, ku li avahiya HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê û 2 caran hat binçavkirin û hat girtin û paşê hat berdan, niha çalakiya xwe li malê didomîne. Ozgezer, got: "Em ê tecrîdê bişikînin. Gel jî bawer dike ku em ê tecrîdê bişikînin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 158'an de didome.    Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Guvenê û girtiyan, Parlementera HDP'ê ya Amedê dersim Dag, endamên partiyê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer jî di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'a Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di heman rojê de 5 kes hatin binçavkirin û di 7'ê Adarê de hatin berdan. Lê belê polîsan careke din avêtibû ser avahiya partiyê û vê carê 7 kes binçav kiribûn. Di 12'ê Adarê de ji kesên hatin binçavkirin Sevîcan Yaşar, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer hatin girtin.    Lê belê di 5'ê Nîsanê de Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer hatin berdan. Niha Tekîn û Ozgezer çalakiya xwe li malê didomînin.    Ozgezer ku 43 roj in di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku heta niha 9 kîloyan zihîf bûye. Ozgezer, anî ziman ku ji bo xitimandina heyî ji holê rabe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe bi pêşengiya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û me jî xwest em bibin perçeyek vê çalakiyê. Ji bo şer û aloziya li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi dawî bibe divê tecrîd ji holê bê rakirin."    ‘WÊ BÊDENGIYA ÎKTÎDARÊ NIKARIBE BERXWEDANA ME BIŞIKÎNE'    Ozgezer, bilêv kir ku îktîdar şert û mercên tecrîdê wekî şert û mercên rewa bin nîşan dide û dixwaze vê yekê veguherîne rewşeke asayî, lê belê ji bo pêvajoyeke demokratîk çêbibe û gel bi hev re bijîn divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Ozgezer, bilêv kir ku wê bêdengiya îktîdarê nikaribe berxwedana wan bişikîne û got: "Em bibiryar in û em ê tecrîdê bişikînin. Gel jî bawer dike. Divê hemû kesên ehlê demokrasiyê di vî warî de tev bigerin."     ‘DIVÊ CIVAK BIRYARA XWE BIDE'    Ozgezer, diyar kir ku sedema pêkanînên antî demokratîk tecrîd e û eger tecrîd bê şikandin wê li Tirkiyeyê rê li ber demokratîkbûyînê vebe. Ozgezer, bilêv kir ku ji bo civak ji vê rewşê xelas bibe divê biryara xw ebide û got: "Pêşî divê em vî tiştî ji xw ebipirsin. An em ê li gor ferzkirinê pergalê bijîn an jî em ê pergaleke nû, wekhev û azad ava bikin? Divê em biryara vê yekê bidin. Ji bo vê jî têkoşîn divê."    MA / Esra Solin Dal