Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve 2017-11-13 09:18:24 STENBOL - Edîtorê Weşana Arasê Rober Koptaş, diyar kir AKP ji bo di qada çandê de bibe îktîdar hemû pereyan û hêza xwe dixe meriyetê û wiha got: "Hêza di milê Hegemonik de ne hêz e. Xeta ku AKP dişopîne li şûna çandê pêş bixe siyasetê serdest dike. Wisa çand pêş nakeve."  Weşanxaneyen beşdarî 36'emîn Mihrîcana Fuara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî bûn, bal kişandin ser polîtikayên AKP'ê yên OHAL û li dijî çandê. Nûnerên weşanxaneyan diyar kirin ku AKP 14 salin bê navber li ser îktidarê ye û hêj di milê çand û qada civakî de pirsgirêk hene. Edîtorê Weşanxaneya Arasê Rober Koptaş, diyar kir ku îro pirtûk bûye wekî amûra sûc û wekî bombe tê dîtin û wiha got: "Bi taybetî piştî rejîma OHAL'ê hat avakirin, zextên li ser çandê zêde bûn. Li Tirkiye li ser rojnameyan 3u weşanxaneyan her dem zext hene. lê tu carî bi wasî niha zext zêde nebûne. Salek e zext zêdetir bûye. Kesên dinivîsin, dixwînin û xêz dikin, kesên tweet jî belav dikin tev tên girtin û cezakirin. Em jî wekî weşangerî rastî zextan tên. Em wekî pirtûkxaneya ku pirtûkên têkildari pirsgirêka Ermeniyan diweşînin, rastî zextên civakî tên. Bi taybetî milê nijadperestan zextan pêş dixin. Em di rewşek wisa de têkoşîna hebûnê û pêşxistina demokrasiyê ya li Tirkiye didin.    HÊZA HEGOMONÎK NE NÊZA ÇANDÎ YE'   Koptaş, desnîşan kir ku îktîdar ji bo bibe hêza çandê hemû pereyan seferber dike û hemû hêza xwe dixe meriyetê û wiha lê zêde kir: "Dixwaze bi hêza pereyan bibe îktîdar û serdestiyê bike. Îktîdara çandê ne ev e. Hêza hegomonîk ne hêza çandê ye. Dema em temaşe dikin em dibînin milê nasnameya demokrat û muxalefeta civakî di milê çandê de bêtir xwedî hêz e. Yên wekî Erdogan û hikûmeta AKP'ê ku dixwazin xeta xwe ya çandê pêş bixin, rageşiyê zêde dikin. Li cihê ku siyaseta rageşiyê hebe çand pêş nakeve."    Edîtorê Weşana Dipnotê Emir Ali Turkmen, jî anî ziman ku hevalên wan ên danezana aştiyê îmze kirin li dijî wan zextên gelek zêde hene û wiha got: "Piştî pêvajoya aştiyê ji holê rabû em dibînin nirxên gotinê tune. Êdî qîmetê gotinê tune. Pirtûk bi gotinan hebûna xwe diparêze. Ev atmosfer ji holê rabû. Me li dijî helwesta  AKP'ê ya li ser çandê serkeftin bi dest nexist. Gelek weşanxane û Vakifên nêzî wan der barê weşanxaneyên muxalif azadîxwaz û aştîxwaz de rapor amade kirin. Li dijî wan bingeha otosansarê pêş xist.    Turkmen, anî ziman ku hevalên wan ên nivîskar ku 9 pirtûkên wan çap kirine bi KHK'ê hatine îxrackirin û wiha got: "Em kesên bi weşangeriyê eleqeder dibin, qîmetê azadî, demokrasî û qîmetê gotinê ya li Tirkiye bi qasî heq dike parve nakin û venabêjin. Tevi hemû zextan em diçin fuaran û bi xwînerên xwe re tên cem hev. Dema xwîner me dibînin bêtir xwe bi hêz dibînin."    Edîtorê Weşanxaneya Yordam Gunnur Aksakal jî anî ziman ku zextên li ser weşanxaneyan tên meşandin ji polîtîkayên giştî yên siyasî ne cudatir in û wiha got: "Em dibînin ku weşanxane, nivîskar û xwînerên îktîdarê di nava şêwirmendiyek xurt de ne.  Tu piştgiriyê nadin me. Ji ber vê yekê weşanxaneyên me bi zahmetî li ser piyan dimînin. Em di nava tariyek mezin dene. Ev tarî her diçe bêtir belav dibe. Karê me em hêviyê belav bikin. Ji ber vê yekê em weşangeriyê berdewam dikin. Îro hemû kesên difikirin, dinivîsin, di axivin û dixwînin rastî ceza tên. Weşanxane jî ji vê yekê para xwe digirin. Îktîdara ku hêzê di destê xwe de digire jî ji ji ber ku nikare xwe ava bike dê zerarê bide xwe. Ji bo bibe hêz wekî ku mudaxaleyî hemû pîrdoziyan dike mudaxaleyî weşanxaneyan jî dike."