Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e 2017-11-13 09:17:38 ÎZMÎR - Avakerên qeyikan  Mert Çalişkan ku bi meraqê dest bi çêkikirina qeyikan kir, diyar kir ku ne hilberîna zêde, hilberîna bi armanc û rast temen dirêj e û wiha got: "Di hilberîna zêde ya polyester de temenê qeyikê 20-30 salin, lê hilberîna daran 100-150 salin. Ji ber vê yekê ne hilberîna zêde, hilberîna rast divê bê pejirandin."  Li cîhanê her ku teknolojî û fabrîqeyên hilberîna alav û amûran zêde dibe, qalîteya berhem jî kêm dibe. Di demên dawî de qeyikên hilberîna wan tê kirin zêde bi alav polyester dikin qeyik. Lê hin kargerî jî hêj bi daran qeyikan çê dikin. Li navçeya Foça ya Îzmirê Mert Çalişkan (32) li hewşa xwe kargeriya qeyikan ava kiriye û li dijî teknolojiyê bi awayekî klasik hilberîna qeyikan dike. Çalışkan, di nava 20 salan de bi hedan heyik ava kirin. Çalışkan, diyar kir ku hilberîna keyikên daran wekî evînekê ye û dest jê nayê berdan. Çalişkan anî ziman ku li Foça mezin bû û wiha got: "Ji ber em tenişta bahrê mezin bûn, em bi masîvaniyê eleqeder dibin. Dema min dest bi çêkirina qeyikan kir wekî meraq min dest pê kir û niha wekî pîşeyekî berdewam dikim. Çalişkan destnîşan kir ku ji destpêka projeya yeyikê heta temamkirina wê û daxistina nava avê tevî şopand û fêrî çêkirinê bû û wiha got: "Her qeyikekê li gorî mezin û modela wê tê guhertin. Di navbera 2 meh û 6 mehan de em qeyikan çê dikin. Em li gorî daxwazan hilberînê dikin. Model û proje li gorî daxwaza kesê sparîş dide em çê dikin. Ji ber vê yekê di navbera 2-6 mehan de çêkirina wan tê guhertin. Em keştiyan bi daran çê dikin. Em ser daran bi epoksî dipêçin. Em dikin wekî yek perçeyî. Her çend maddeyek kîmyewî be jî pispor diyar dikin ku zerara wî tune ye.    ‘DAR TEMENDIRÊJ E'   Çalişkan, anî ziman hem sûdê ji hilberîna klasîk û hem jî ji hilberîna teknolojiyê digire û wiha got: "Ez keştiyan ji daran çê dikim û bi epoksî ser daran digirin. Di cihanê de herî zêde hilberîna daran esas tê girtin. Em ser wan bi epoksî dipêçîn pir zexm dibe. Wekî qeyikên ji polyester pêk bên nerîn û venerîna wan hêzan e. Dar hem xwezayî ye û hem jî temen dirêj e. Demenê daran ji yê polyester gelek dirêjtir e. Bêhna daran her tişt xwezayî ye. Kesê ku fêrî bêhna daran bibe zû bi zû polyester naxebitîne. Li Norveçê jî ku di cîhanê de herî zêde hilberîna maziyan tê kirin qeyikên daran hildibijêrin. Ger ku hilbijartinek bê kirin ez dê daran pêşniyar bikim. Li şûna hilberînek zêde divê hilberînek rast û temen dirê jbê kirin. Emrê polyester 20-30 salin, temenê daran 100-150 sal in.    Çalişkan, anî ziman ku di bahozan de qeyikên polyester carek din nayên xebitandin û wiha got: "Di bahoza dawî ya Emerîqa de bi hezaran qeyikên masîvanan tev bûn malê sergo."    Çalişkan, heri dawi anî ziman ku endezyarî girîng e, lê pisporî û ostayê çê dike jî gelek girînge û ev kar wekî evînekê pênase kir.   MA / Ahmet Kanbal