Aborîzan Mustafa Sonmez hat binçavkirin 2019-04-14 08:04:15 STENBOL - Polisan li Stenbolê Aborînas û nivîskar Mustafa Sonmez binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê.  Rojnameger Ayşenur Arslan, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyam şand û diyar kir ku polîsan Aborînas û nivîskar Mustafa Sonmez binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê. Aslan, anî ziman ku bi hinceta parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin. Aslan di hesabê xwe de wiha got: "Hêj Tirkiye raza bû Mustafa Sonmez saed di 3.50’an de hat binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Vatanê. Sedem ji medya civakî ye."