Dayika girtî: Rayedarên girtîgehê gotin 'Bi Tirkî biaxivin' 2019-04-13 13:50:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtî Ayetullah Ay ê li Girtîgeha Kirikkaleyê ye, bi riya malbate peyam şand û diyar kir ku ji bo dawî li çalakiya greva birçîbûnê bînîn, rêveberiya girtîgehê zextan li wan dike. Dayika Ayetûllah Ay Hidayet Ay jî anî ziman ku rayedarên girtîgehê zext li wan kirine ku bi Tirkî bi axivin û got: "Tema min got bi tirkî nizanim. Ez bi zorê tazî kirim û lêgerîn kirin."    Zext û tundiya li ser girtiyan berdewam dike. Yek ji girtîgeha ku zext lê zêde ye Girtîgeha Kirikkaleyê ye. Ji 1'ê Adarê û şûnde piştî bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê, zextên li ser girtiyan jî zêde bûn. Girtiyê li Girtîgeha Kirikkale Ayetullah Ay bi rêya malbata xwe zext û zordariya li ser wan vegot. Ay bi rêya dayik û birayê xwe got van rojên dawî zexta li ser wan zêdetir bûye û li ge hevalê xwe yê di greva birçîbûnê de ew avêtine hicreyê. Ay diya kir qerdiyanan kincên wan qetandine, pirtûkên wan belawela kirin û xebatkarên girtîgehê dijûnan li wan dikin. Ay, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ji bo ku ew greva birçîbûnê bidawî bikin zexta li ser wan zêdetir kirine.   Dayika Ayetullah Ay Hidayet Ay jî anî ziman nku dema ket girtîgehê rayedaran gotin 'Bi Tirkî bi aixvin' û wiha got: "Rayedaran xwest em bi tirkî biaxivin. Dema min got ez nizanim, em birin odeya lêgerînê û ez bi zorê tazî kirim û li ser min lêgerîn kirin. Ji mere gotin 'Ji niha û şûnde hûnê bi tirkî bi aixvin' Li ser navê ewlehiyê em di lêgerînek dijwar re derbas kirin. Girtiyan diyar kirin ku zextan li wan dikin. Gelek kîlo winda kirine. Lê disa molarê wan li cih e. Diyar kirin ku heta tecrîd bi dawi bibe wê têbikoşin."