3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-04-13 11:34:52   AMED - Duh li Amedê, di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin û ji van kesan 3 jê hatin berdan.    Li Amêdê, duh di serdegirtinên hemwext ên malan de Barîş Savûr, Mûhsîn Acar, Bûrak Ergîn, Ahmet Bîlîm, Mûhammed Yildiz û Cotkar Amara Yurek hatin binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Ji kesên hatibûn binçavkirin Cotkar Amara Yurek, Ahmet Bîlîm û Mûhammed Yildiz piştî li ewlekariyê îfade dan hatin berdan.    Kesên din hîna li midûriyetê tên girtin.