Şûraya Dewletê ya xerakirina Sûrê erê kir, biryara xerakirina GOP’ê betal kir 2019-04-13 11:19:45 AMED - Lijneya Daîreya Doza Îdareya Şûraya Dewletê ku biryara Lijneya Wezîran a "Sûr qada bi rîsk e", erê kir, ji bo heman biryara Lijneya Wezîran a der barê Navçeya GOP'ê ya Stenbolê de bi hinceta "Li dijî hiqûqê ye" red kir. Parezer Nuray Ozdogan,  bal kişand ser nakokiya biryarê û helwesta Şûraya Dewletê û wiha got: “Êdî sînorê edaleta darazê bûye sînorê polîtîkayên ewlehiya dewletê." Li Navçeya Sûrê ya Amedê piştî qedeya derketina derve hat îlankirin û şûnde Lijneya Wezîran biryara "Sûr Qada Bi Rîsk e" da. Piştre biryara îstîmlakê dan û dest bi xerakirina mal û taxên li navçeya Sûrê kirin. Dema Lijneya Wezîran ev biryar da tevî hemû nerazîbûnên malbat, rêxistinên sivîl, parazvanen mafên mirovan û hiqûqnasan jî dîsa Lijneya Daîreya Doza Îdareya Şûraya Dewletê, biryara Lijneya Wezîran a "Sûr qada bi rîsk e", di sala 2016'an de erê kir.  Lijneya Daîreya Doza Îdareya Şûraya Dewletê ku biryara Lijneya Wezîran a "Sûr qada bi rîsk e", erê kir, niha biryara der barê taxa Yildiztabya ya Navçeya Gazîospanmaşa (GOP) betal kir. Lijneya Wezîran biryar da ku taxa Yildiztabya ya GOP'ê "Qada bi rîsk e" lê Şûraya Dewletê bi hinceta “li dijî hiqûqê ye" biryar betal kir û rê li pêş xerakirina taxê girt.    14'EMÎN DAÎREYA ŞURAYA DEWLETÊ RED KIR    7 welatiyên taxa Yildiztabya piştî biryara Lijnewa Weziran ji bo Beşa 1’emîn bi rêya parêzeran serî li Şûraya Dewletê dan û doz vekirin. 14'emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 21'ê Adarê de biryar da ku serlêdan ne di cih de ye û doz red kir. 7 welatiyên doz vekirin vê carê serî li Lijneya Daîreya Doza Îdareya Şûraya Dewletê dan û xwestin biryara Şûrayê betal bikin. Lijneya jor jî vê carî anî ziman ku rêjeya ji sedî 65  ne rêjeyek zelal e û biryara Lijneya Wezîran di cih de nedît û biryar da ku biryara Lijneya Newzîran ne li gorî hiqûqê ye û biryar betal kir. Şûraya Dewletê di 22'ê Mijdara 2018'an de bi piraniya dengan biryar betal kir.    ŞURAYA DEWLETÊ ÎTÎRAZA BIRYARA LIJNEYÊ YA JI BO SÛRÊ RED KIR   Heman Şûraya Dewletê li gel ku Sûr ji aliyê UNESCO ve wekî mîrata çanda cîhanê hatye qebûl kirin jî, îtîraza li dijî biryara Lijneya Wezîran a “Qada bi rîsk e" di 2016’an de bi piraniya dengan red kir û Biryara Lijneya Wezîran a "Sûr Qada bi rîsk e" erê kir. Lijneya Wezîran di 2012'an de Navçeya Sûrê ya Amedê "Qada bi Rîsk" îlan kiribû. Di  21'ê Adara 2016’an de jî ev biryar di Rojnameya Fermî de îlan kir. Di Rojnameya Fermî de hat îlan kirin ku Li 15 taxên Sûr û Yenişehirê 6 hesar û 300 parsel biryara "Îstîmlaqa lezgîn" hatiye îlankirin.      Prz. Nuray Ozdogan, biryar û helwesta Lijneya Daîreya Doza Îdareya Şûraya Dewletê ku biryara Lijneya Wezîran a "Sûr qada bi rîsk e", erê kir û biryara der barê GOP'ê de red kir nirxand û wiha got: “Pêvajoya doza herêma GOP'ê û Navçeya Sûrê ket heman pêvajoyê. Li 14'emîn Daîreya Şûrayê doz hat dîtin. Li Sûrê hem mirovan jiyana xwe ji dest dan û hem jî cînayeta bajarvaniyê pêk hat. Me Koma Piştevaniya Hiqûqê ya ji bo Sûrê ji bo hilweşîna Sûrê bê rawestandin gelek caran serlêdan kir. Lê me encam bi dest nexist. Em bi diwarê cudakariyê re rû bi rû man. Biryara Şûraya Dewletê ya ji bo GOP'ê stendiye gelek girîng e. Di biryara GOP'ê de diyar kiriye ku 73 avanhiyên ku hatine xerakirin li gorî kijan sedem, şêwe û rêbazan hatiye werakirin. Divê bê diyarkirin. Xwest ev yek bê tespîtkirin.    Şûraya Dewletê bû şirîkê xerakirin û wêrankirina Sûrê. Navçeya Sûrê di nava mîrateya çanda cîhanê de cih digire. Diviya bû ku berê bê tespîtkirin ku çawa hatiye xerakirin. Diviya bû ji bo vê yekê keşif bê kirin. Me ji bo vê yekê bi dehan caran îtiraz kir. Lê hemû îtîrazên me red kirin. Piraniya cihê hatin xerakirin piştî şer bi dawî bû û şûnde hatin xerakirin. Li gel ku ev yek di raporên saziyên sivîl de hene jî dîsa Lijneya Wezîran biryar dan ku Qada 187 hektar Qada Bi Rîsk e. Biryar dan ku ji sedî 80'ê bi lez îstîmlak bikin û kirin mal û milkê dewletê. Sûr mîrateya mirovahiyê ya hevpar bû. Bi biryara xerakirina Sûrê Daraz û Şûraya Dewletê jî bû şirikê sûcê talankirin û wêrankirinê.  Mixabin li Tirkiye sînorê darazê bû polîtîkaya ewlehiya dewletê."    MA / Sedat Yılmaz