Hevşaredarê berê yê Qereyaziyê Karabakan jiyana xwe ji dest da 2019-04-13 11:16:50   ERZIROM – Hevşaredarê Qereyaziyê yê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin Mehmet Saît Karabakan (47) jiyana xwe ji dest da.    Hevşaredarê DBP’ê yê Navçeya Qereyaziya Erziromê yê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin Mehmet Saît Karabakan (47) jiyana xwe ji dest da. Karabakn di 22’ê Adarê de krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê tedawî didît. Karabakan vê sibehê jiyana xwe ji dest da.    Karabakan ê ku parêzer bû, zewicî û bavê 3 zarokan bû û dê cenazeyê wî sibê li gundê Reşa yê Qereyaziyê bê veşartin.    Karabakan di 6’ê kanûna 2016’an de hat binçavkirin û piştî sê rojan bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Di 17’ê mijdara 2017’an de li Dadgeha Erziromê hat dadgehkirin û 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Dadgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Karabakan ew tahliye kiribû.