Qeyûmê Hezexê qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û milk kir 2019-04-13 09:56:43 ŞIRNEX – Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li Navçeya Hezexê Şaredarî bi dest xist û Songul Erden û Murat Şen bûn hevşaredarê Hezexê. Piştî Qeyûm Şaredariya Hezexê dewrî HDP'ê kir 48 milyon TL deyn li pey xwe hişt. Disa derket holê ku  qeyûm di 20 rojên dawî de zeviya avahiya şaredariyê dewrî şexsekî kiriye û qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û Milk kiriye.    Rêxistina HDP'ê li Navçeya Hezexê ya Şirnexê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 73,8 deng stend. HDP'ê piştî bi rêjeyek mezin şaredarî bi dest xist Namzetên HDP'ê Murat Şen û Songul Erden bûn Hevşaredarên Hezexê û mazbata xwe stendin. Hevşaredar Şen û Erden beriya dest bi xebatê bikin bal kişandin ser nelirêtî û talankirina Qeyûm.    QEYÛM QASE BI 578 HEZAR TL DEWIR GIRT Û 48 MİLYON TL DAYN LI PEY XWE HIŞT   Hevşaredarên HDP'ê diyar kir ku dema qeyûm tayinî şaredariyê kirin 578 hezar û 868 TL pere di qasa şaredariyê de hebû û  dema çûn 48 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Hevşaredaran anîn ziman ku tenê dikarin 100 hezar TL pereyên di qaseyê de xerç bikin û wiha got: "33 milyon û 579 hezar TL deynê Banka Bajaran e. 36 maşîneyên şaredariyê tenê 3 maşîne kar dikin û yên din tev xera bûne. 20 roj beriya hilbijartinê zeviya şaredariyê dewir kirin. Wekî şaredariya Cizîr û Sîlopî çend roj beriya hilbijartinê mal û milkê şaredariyê dewir kirin. Zeviya Şaredariyê, mala şînê, di 5'ê Adarê de dewrî Miduriyeta Emlaka Neteweyi kirin.    Maşîna Şaredariyê ya Nissan Navara (Jeep) di 8'ê Adarê de dewrî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê kirin.    QASEYA ŞAREDARIYÊ DEWRÎ MIDÛRIYETA MAL Û MILK KIRIN   Hevşaredaran anîn ziman ku Qasa Şaredariyê dewrî Murat Aşkan ê li Midûriyeta Mal û Milkê dixebite kirin. Hevşaredar Erden û Şen, ji bo muhaseyê dîsa çalak bikin ji bo vekaleta Aşkan betal bikin ketin nava hewldanan.  Hevşaredar Erden, anî ziman ku niha xebatên şaredariyê li Navenda Çan dû Hunerê ya Hezexê dimeşînin û wiha got: "Em dema çûn şaredariyê hundirê wê vala kiribûn. Qeyûm li Navenda Çandê odeyek çê kiribû û cama wê gule derbas nedikir. Ji mala gel dûr ketibû. Tevî ku şaredarî di bin deynan de hiştine emê bi gel re xebatên xwe bimeşînin. Em ê lez bidin xebatnên xwe.    GELEK KES JI DERVE ANÎNE XISTINE KAR    Hevşaredar Şen jî anî ziman ku ew niha li ser deynê şaredariyê û nelirêtiyên hatine kirin lêkolin dikin û wiha got: "Di serdema qeyûm de tu xizmet nehat kirin. Ev pere li ku hatine xerçkirin em nizanin. Lê em lêkolîn dikin. Dîsa gelek karker ji derve anîne xistine kar. Ger ku xebatên hatine kirin bi hîbeyan hatibin kirin wê demê ev deyn çawa çêbû. Ev pere bi kuve çû? Em ê bi gel re xebatên xwe bimeşînin û şaredariyek ku hemû xebatên wê ji gel re vekirî be û her tişt aşkere be emêpêş bixin."    MA / Berivan Altan