Şaredariya Kopê xistine bin 43 milyon TL deyn 2019-04-13 09:19:16 MÛŞ - Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû, anî ziman ku niha deynê şaredariyê 43 milyon TL ye û Hevşaredar Eylem Sarûca jî malavayiya gel kir û got, ew ê yekeya jinan ku qeyûm girtibû ji nû ve vekin.  HDP'ê li Kopa Mûşê 55 ji sedî deng girtin û bi ser ket. Hevşaredarên Şaredariya Kopê Adnan Topçû û Eylem Sarûca bilêv kirin ku ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.    43 MILYON TL DEYN    Hevşaredar Adnan Topçû, anî ziman ku di şert û emrcên zehmet de amadekariyên hilbijartinê kirine û got: "Niha em bi ser ketin û me dest bi peywirê kir. Li gorî agahiyên niha ketine destê me deynê şaredariyê 43 milyon û 935 hezar TL ye. Bi qasî em dizanin deynn di meha Adarê de hatine kirin daxilî van deynan nehatiye kirin. Em ê yeko yeko lêkolîn bikin ku pere ji bo çi hatine xerckirin. Li Kopê tu xizmet nehatiye kirin. Rê xirabe ne û her der di nav çopê de maye."    Topçû, bal kişand ser projeya avana binerd û got: "Xebateke bêplan hatiye kirin. Taxan hemûyen wêran kirine. Xebatên qenalîzasyonê û xebatên ava paqij bi hev re nehatine kirin. Hîn xebata qenalîzasyonê neqediyaye dest bi ya avê kirine. Wê ev jî bibe sedema enqazeke din. Lê em ê ji derheqê hemû zehmetiyan derkevin. Em ê hewl bidin ku gelê Kopê di nêvengeke hîn baştir de bijî."    ‘EM Ê XIZMETA GELÊ XWE BIKIN'    Hevşaredar Eylem Sarûca jî anî ziman ku piştî qeyûm hatiye taînkirin saziyên jinan hemû hatine girtin, lê belê ew ê sazî û yekeyên jinan ji nû ve vebikin. Sarûca, malavayiya gelê Kopê kir û got: "Gelê birûme ê Kopê tevî hemû zext û zoriyan jî çûn ser sindoqan û qeyûm şandin. Gotin 'Şaredarî ya me ye.' Niha dor a me ye, em ê xizmeta gelê Kopê bikin."    MA / Cemil Ugur