Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin 2019-04-13 09:14:20 EDENE – Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek (51) ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir û got: "Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin."  Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Tarsûsê Hadî Elçîçek (51) ê ji nexweşîna dil lê peyda bûye, ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.    Elçîçek, di sala 1999'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn.    Elçîçek, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir û got: "Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin."    Kurê wî Serkan Elçîçek, anî ziman ku di 8'ê Nîsanê de bavê xwe dîtiye. Elçîçek, diyar kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xirab e û got: "Gardiyan ketin destên girtiyên di greva birçîbûnê de û ew anîn cihê hevdîtinê. Nikaribûn li ser piya bisekinin. Jixwe em pir neaxivîn. Nikaribûn biaxivin."    Elçîçek, diyar kir ku bavê wî nexweş e, lê belê ji ber hevalê wî ketine greva birçîbûnê û ji ber di warê wijdanî de nerihet bûye ew jî ketiye greva birçîbûnê. Elçîçek, destnîşan kir ku divê tecrîd rojek berî rojekê bi dawî bibe da greva birçîbûnê jî bi dawî bibe.    Elçîçek, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Em nikarin bi rihetî rakevin. Ne roja me roj e, ne şeva me şev e. Daxwaza wan daxwaza me ye û em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Bila êdî kes nemire. Ne mirin, em jiyanê dixwazin."    MA / Hamdullah Kesen