ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-13 09:00:39 * Îsmaîl Kocaman ku li Girtîgeha Bolûyê ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Bedêl çi dibe bila bibe, heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin." Her wiha Kocaman bang li gel jî kir û got: "Bibin dengê me."  * Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek (51) ku li Girtîgeha Tarsûsê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir û got: "Bibin yek û dengê xwe li dengê me zêde bikin."    * Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê û Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Memîş Sari, diyar kir ku dest bi amadekariyên cejna karker û kedkaran kirine û ew ê ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan.    * Aborîzan Ozgur Muftuoglû, destnîşan kir ku sedam krîza aborî ji ber polîtîkayên AKP'ê pêk hatiye û bi vê îktîdarê ne mimkun e ku Tirkiye ji krîzê xelas bibe, berkesê wê her biçe wê krîz kûrtir bibe.    * Parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê di sedsala 21'emîn de "ji bo jiyanê mirin" hilbijartine û gotin, berî mirov bimirin demildest divê qanûn pêk bên û tecrîd bi dawî bibe.    * Hanîfe Tamûr, dayika Cîhan û Mahûm Tamûr ku di greva birçîbûnê de ne û Necla Atak, dayika Emîne Atak ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, 25 sal in heval in û li dijî zilmê bi hev re li ber xwe didin.    * Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, xwestin gel xwedî berxwedana zarokên wan derkevin û rewşa tenduristiya zarokên wan asta krîtîkbûnê derbas kiriye.    * Ayneta Bûlût ku keçek wê û kurek wê di greva birçîbûnê de ye got: "Bang li saziyên civaka sivîl û hemû partiyên siyasî dikim. Kesên dibên em xwedî wijdan in divê hemû dengê xwe li dengê çalakgeran zêde bikin û vê tecrîdê bişikînin."    * Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê li Navçeya Hezexê Şaredarî bi dest xist û Songul Erden û Murat Şen bûn hevşaredarê Hezexê. Piştî Qeyûm Şaredariya Hezexê dewrî HDP'ê kir 48 milyon TL deyn li pey xwe hişt. Disa derket holê ku  qeyûm di 20 rojên dawî de zeviya avahiya şaredariyê dewrî şexsekî kiriye û qasa şaredariyê dewrî Midûriyeta Mal û Milk kiriye.    * Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû, anî ziman ku niha deynê şaredariyê 43 milyon TL ye û Hevşaredar Eylem Sarûca jî malavayiya gel kir û got, ew ê yekeya jinan ku qeyûm girtibû ji nû ve vekin.    * Birayên hev Maşallah û Îzzettîn Eren ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Her du birayan bang li raya giştî kirin û gotin: "Ne birçîbûn, bêdengî mirovan dikuje. Divê her kes li dor zindanan bibe xelek."    *Besra Salhan a 71 salî ku ji bo piştevaniya girtiyan ji bo sê rojan ket greva birçîbûnê got: “Em dereng man. 7 can çûn. Hêj em li benda çi ne?”    * Mehmet Aslan ku 5 kurê wî û biraziyekî wî di greva birçîbûnê de ne, got: "Li vî welatî heq û hiqûq tune ye. Cîhanê xwe li kerîtiyê daniye. Tenê em dixwazin hikûmet dengê me bibihîse."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, beriya li gel Meclîsa Partiyê encama hilbijartinê binirxine wê li Navenda Giştî daxuyaniyê bide çapemeniye. (10.00)   * KESK, Wê li Navenda Çand û Hunerê ya Tarik Akan a Bakirkoyê 2'emîn Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn pêk bînin. (10.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin wê di hefteya 733'an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi dirûşmeya "Bila wind bên dîtin û faîl bên darizandin" wê li ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 531'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan bi armanca winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê di hefteya 437'an deli Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê yên Amedê bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê wê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 476’an de çalakiya xwe li Navçeya Konakê berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armamca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 367'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)