ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-13 09:00:51 *Avakerên qeyikan  Mert Çalişkan ku bi meraqê dest bi çêkikirina qeyikan kir, diyar kir ku ne hilberîna zêde, hilberîna bi armanc û rast temen dirêj e û wiha got: "Di hilberîna zêde ya polyester de temenê qeyikê 20-30 salin, lê hilberîna daran 100-150 salin. Ji ber vê yekê ne hilberîna zêde, hilberîna rast divê bê pejirandin."  *Edîtorê Weşana Arasê Rober Koptaş, diyar kir AKP ji bo di qada çandê de bibe îktîdar hemû pereyan û hêza xwe dixe meriyetê û wiha got: "Hêza di milê Hegemonik de ne hêz e. Xeta ku AKP dişopîne li şûna çandê pêş bixe siyasetê serdest dike. Wisa çand pêş nakeve."    * Endamê Lijneya Rêveberiya MUÇAP'ê Şamîl Beştoy diyar kir ku ew dixwazin jiyaneke bi xwezayê re wek hev ava bikin û wiha got: "Divê enerjî ne şer, aştiyê bi pêş bixe. Divê enerjî di bin kooperatîfbûnê de bê berhevkirin."   *Xwendekarên Zaningeha Mêrsîne ku Fabrîqeya Şano ya Mêrsînê ava kirine, 2 lîstikên nû amade kirin û derxistin ser dikê.    *Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, diyar kir ku li ser zarokan jin û kurd kirina hedef sûce. Gulistan Kiliç Koçyigit jî, anî ziman ku jiyana jinan ne dibin yekdestdariya desthilatdariyê deye û wiha got: "Bi vê awayî tunekirina kurdan hedef kirin e."     * Dayîka Selamî Keleş ê nexweşîna epîlepsî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce tê girtin Guzel Keleş, diyar kir ku her roj derbas dibe rewşa kurê wê xerabtir dibe û nayê berdan.    *Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, ku bi riya MST TV binpêkirinên mafên mirovan anîn ziman, diyar kir ku hem medya û hem daraz gelek xerab bûye û wiha got: "Her ku zilm zêde dibe pêşketin zûtir xerab dibin."     * Dozgerê Komarê yê Cizîre, der barê kuştina zarokê 4 salî Harun Çagli û ya 6 salî Ayşenur Geçit ên bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest dan de piştî 21 mehan biryara "pêdivî bi lêpirsîne tune ye" da.    * Li Wanê dayika 12 zarokan Muhteber Bor gotina Serokê AKP'ê Erdogan a “Bizewicin, zêde bibin. Li Tirkiye rêxistinên terorê pir hasas in. Herî kêm 10, 15 zarokên wan hene" şermezar kir û got: “Ji ber min ew qas zarok çêkir qet ne poşman im. Ji destê min bê ez dê ew qas zarokên din çêkim."   * Heyeta zanayan a ji 9 kesan pêk tê, dîmenên kuştina 5 sivîlên bi maşîna zirxî ya polîsan hatin qetilkirin bi dest nexist. Heyetê diyar kirin ku dimenên beriya qezayê heye, lê dîmenên dema qezayê tune ye.    * 3'yemîn rûniştina doza komkujiya 33 ciwanan a li  Pirsûsê pêk hat dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (9.30)    * 3'emîn rûniştina doza Rojnameger Ahmet u Mehmet Altan û Nazli Ilıcak jî di navde 4 kesan dê li 26'emîn Dadgeha Cezayen Giran a stenbolê be dîtin. (10.00)    * Serokê Giştî yê ÇHD'ê ya bi KHK'ê hat girtin Selçuk Kozagaçli ku yê 4 roj berê hatibû binçavkirin, li bendê ye Dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê derkeve pêşberî dozger. (10.00)    * Çalakiyên greva birçîbunê ku rêxistinên HDP û DBP'ê dabûn destpêkirin li gelek navendan berdewam dikin.    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 369'an de berdewam dike. (13.30/18.00)