Polîs li Geverê çi dikolin 2017-11-12 20:11:15 COLEMÊRG - Li hewşa malek Geverê di çavderiya polîsan de ji serê sibê de kolandin tê kirin. Kolandina li hewşê didome. Lê nayê zanîn ku li hewşê li çi digerin.  Li taxa Cumhuriyetê ya Navçeya Geverê ya Colemêrgê ji serê sibê de li hewşa malekê di çavdêriya polîsan de kolandin tê kirin. Kolandina ku di bin çavdêriya polîsan û dorpêça dehan maşîneyên zirxî de tê kirin didome. Ewil kepçeya sirxî ket hewyê û piştre maşîneyên polisan ên zirxî ketin hewşe. Der barê kolandina hewşê ku di bin dorpêço polîsan de tê kirin nayê zanîn ku polîs li çi digerin.