Oztrak: AKP ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kiriye 2019-04-11 15:12:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak derbarê îtîrazên hilbijartina Stenbolê de daxuyanî da û bal kişand ser qewimandinên li navçeya Buyukçekmeceyê û got: “Desthilatdarî ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kir.”    Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak têkildarî îtîrazên hilbijartina Stenbolê, li navenda giştî ya CHP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Oztrak wiha got: “Desthilatdarî ji bo hilbijartinê bidize dest bi tevgerê kir. Ev hilbijartinek ne bi edaletî ye. Fêmkirina vê yekê zehmet e. Biryara ku YSK bide dîrokî ye.”