Bariyerên li ber şaredariyê bi gel re rakirin 2019-04-11 14:49:47   ERZIROM – Hevşaredarên HDP’ê yên Qereyaziyê mazbata xwe wergirtin û dest bi wezîfeyê kirin. Hevşaredaran bi rakirina bariyerên ber avahiya şaredariyê dest bi kar kirin.    Hevşaredarên HDP’ê yên Navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Melîke Goksu û Burhanettîn Şahîn mazbataya xwe wergirtin û dest bi wezîfeyê kirin. Hevşaredar tevî gellek kesan çûn avahiya şaredariyê û bangî kepçeyê kirin û bi rakirina bariyerên li ber avahiya şaredariyê dest bi kar kirin. Hevşaredaran mazbata xwe diyarî hevşaredarên berê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Mehmet Saît Karabakan û Zeynep Bîngol a di girtîgehê de kirin.    Hevşaredaran piştî axaftina kirin derbasî şaredariyê bûn û ziyaretan qebûl kirin.