Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye 2017-11-12 17:15:09 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Derketina li dijî tecridê parastina demokrasî azadî û aştiyê ye. Ji ber vê yekê tekane rojeva me rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.  Rêxistinên DBP'ê yên Navçeyên Haliliye û Eyûbiye 1'emin Kongreyên xwe yên asayî li avahiya Halîliyê pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Îbrahim Ayhan, Dilek Ocalan, endamê Meclîsa DBP'ê Hediye Karaaslan, Semira Kut û gelek nûnerên saziyen sivîl ên civakî amade bûn. Di kongreyê de Hevserokê HDP'e yê Rihayê Ridvan Yavuz, bal kişand ser doza Komkujiya Pirsûsê ku sibê li Kampusa Girtîgeha Hilvanê pêk bê û xwest her kes beşdarî rûniştina dozê bibin.    'TEKANE ROJEVA ME TECRÎD E'    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan jî bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku kengî şer sor bibe tecrid jî giran dibe û wiha got: "Kengî şer dest pê dike tecrîda li ser Birêz Ocalan jî giran dikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin tecrîda li ser demokrasiyê ye. Tecrîda li ser azadiyê ye. Tecrîda li ser aştiyê ye. Ji bo em tecrîda li ser aştî, azadî û demokrasiyê qebûl nekin divê em tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nekin. Derketina li dijî tecrîdê parastina demokrasiyê ye. Rabûna tecrida li ser Ocalan de şer kaosê jî bidawî bike. Em êdî vî şerî û vê kaosê naxwazin"    KESÊN TERORÎST EW KESÊN XANIYÊN GEL XERA DIKIN E    Parlamentera HDP'ê Dilek Ocalan jî gotina Serokomar Recep Tayyip Erdogan  a “Qelen bibirin, bizewicin, zêde bibin. Divê misilman zêde bibe... Li tirkiye rêxistinên terorê di vê mijarê de pir hesas e. Herî kêm 10, 15 zarokên wan hene" şermezar kir û wiha got: "Ev gotina Erdogan di cîhanê de sasretek ewil e. Serokomar radibe ji gel re dibêje hûn terorist in. Ji kurdan re dibêjin hûn hemû terorîst in. Yên ku mala kurdan xera dikin ew bi xwe terorist in. Yên terorîst ew kesên ji kurdan re dibêjin terorist bi xwe ne."    Piştî raporên mali û xebatan hatin xwendin hilbijartin pêk hat. Di kongreya Eyyubiyê de ji bo hevserokatiyê Suphî Aksan, Cennet Lale; di kongreya Haliliye de jî Mahmut Manas û Leyla Daghan  hatin hilbijartin.