Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat 2017-11-12 16:41:12 STENBOL – Hevseroka Federasyona Sûriyeya Bakur Foza Yûsif, beşdarî Sempozyuma Stenbolê bû û diyar kir ku li Bakurê Sûriyeyê şoreşek mezin pêk tê û wiha got: "Ev şoreş bi keda Ocalan pêk hat." Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed  jî anî ziman ku Şoreşa Rojava ne şoreşek şeklî, Şoreşa cewherî ye.  Bi minasebeta 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de sempozyûma "Ji Kapîtalê heta Şoreşa Cotmehê, ji Şoreşa Cotmehê heta Şoreşan" tê lidarxistin, di roja 3'yemîn de dewam dike. Sempozyum li Odela Elite World pêk tê. Di rûniştina dawî ya Sempozyumê de sernavê "Şoreşên Nû-2" hat niqaşkirin. Di beşa ku Siyasetmedarê kurd Hilmî Aydogdu kir de cerebeyên Şoreşa li Rojava hat niqaşkirin. Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriye Foza Yûsif mijara "Li Bakurê Sûriye dema Jinan û Gelan e", Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratik (MSD) Îlham Ehmed jî beşa "Li Rojava Şoreşa Gelan" û Berdevka Meclîs Jinan a HDP'ê Besime Konca jî beşa "Şoreşa Jinê û Cerebeyên Rojava " vegot.    'PÊDIVIYA CIVAKÊ BI PERGALEK NÛ HEYE'   Foza Yusuf bi riya Sykpe beşdarî sempozyumê bû û bal kişand ser Şoreşa Bakûrê Sûriye û Dema Jinan û Gelan. Yusif, diyar kir ku feraseta "Şoreş namirin" li Kurdistane berdewam dike û wihagot: "Şoreşgeran li pey xwe mîrateyek mezin hiştin. Li Rojava ala şoreşê bi destê milan pêl bi pêl belav dibe. Mijarên Wekhevî, azadî û demokrasî teqes mijarên jêveneger in. Şer çiqas dijwar be jî mirov tu carî dest ji demokrasî û azadiyê bernade. Şoreş li Rojava têkildarî qeyrana li Sûriye çend sal berê dest pê kir. Vê pêvajoyê rê li geşedanên nû û şoreşê vekir. Paradîgmaya Newet dewlet a zayendîperest têk çû. Li vir paradigmayek nû pêş ket û hat avakirin. Îro li Bakurê Sûriyeyê bingehê paradîgma û pergalek nû tê avakirin. Li ser bingehê paradigmaya Rêber Apo ev pêş dikeve. Ev şoreş ji aliyê Rêber Apo ve pêş ket. Li dijî pergala yek ziman, yek dewlet û yek nijadi pergala ku hemû ziman, civak û baweriyan hembêz dike pêş ket. Ev şoreşek gelek mezin e."    Foza Yûsif, bal kişand ser rewşa Reqqa û wiha berdewam kir: "Şervanên ku Demokrasî û Azadî xwestin li Raqqa şer kirin û Reqqa azad kirin. Ev tablo asta herî mezin dide xuyakirin. Ev nîşan dide ku civak pergalek nû dixwaze. Ev pergal pergala yekîtiya gelan û baweryan e. Ji çar aliyên cîhanê mirov hatin li vir şer kirin û xwîna wan ket nava vê axê. Ji ber ku baweriya wan ji vê pergalê hat û hatin li vir xwîna xwe tevli vê axê kirin.    'ŞOREŞ BI TÊKOŞÎNA JINÊ RE PÊŞY KET'    Yûsif, anî ziman ku jinê di gelek şoreşên cîhanê de rol lîstin û wiha berdewam kir: "Lê vê carê tekoşîna azadiya jinê, hiştin pişt şoreşê. Şoreşa li Rojava pêş ket di heman demê de pirsgirêka jinê jî çareser dike. Şoreş û têkoşîna jinê bi hevre pêş ket. Jinan hem di pêvajoya parastinê de û hem jî di pêvajoya avakirinê de bi awayekî pir çalak cihê xwe girt. Jinan rolekî sereke û bingehîn lgirt. Di heman demê de pêşengiya şoreşê jî kirin. Em dixwazin şoreşê bêtir mezin bikin û pêş bixin. Em ruhê şoreşê pêş dixin. Azadî tenê bi zagonan nayê avakirin. Azadiya jinê bi fikrê û pratîkê pêş dikeve. Çiqas fikra jina azad di nava civakê de bi cih bibe û bê qebûl kirin ew qas jin azad dibe. Em hem azadiya jinê û hem jî guhertin û azadiya mêr esas digirin. Di hişmendiya mêr de jî di salên dawî de guhertinek mezin pêş ket. Em vê yekê zêde mezin nakin. Gav bi gav guhertin çê dibe. Em dê li ser van gavan pêşketinên mezintir bikin.    DI CEWHERÊ WÊ DE HILBIJARTIN HEYE'   Yusif, anî ziman ku piştî 5 salan dîtin ku jin çawa xwe bi reve dibe û wiha lê zêde kir: "Di pêvajoya Komunan û meclîsan de geşedanên gelek girîng pêş ketin. Di vê pêvajoyê de akademî hatin avakirin. Em niha li ser hilbijartinan radiwestin. Me hilbijartinên komunan pêk anî. Niha em di pêngava duyemîn dene. Em di pêvajoya ku êdi gel nûner û rêveberên xwe bi xwe hilbijêre dene. Di hilbijartina Komunan de tevlêbûnek gelek mezin pêş ket. "    'DIVÊ EM LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ TEKOŞÎNEK MEZIN BIDIN'   Foza Yûsif, destnîşan kir ku pêwiste ew astengî û kêmasiyên li pêş xwe jî bibînin û wiha lê zêde kir: "Me hemûyan ji şerbeta Netew Dewletê û dewleta kapitalist vexwariye. Divê ji ber wê yekê berî her tiştî em xwe ji vê hişmendiyê azad bikin. Divê em xwe ji wê xelas bikin û li şûna wê pergala nû ava bikin. Divê em herî zêde li dijî pergala kapitalîzmê tebikoşin."    'LI DIJÎ NETEW DEWLETÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK'    Yûsif, da zanin ku hezên îktîdarê ji bo hegemonya xwe ava bike modela netew dewlet û dewleta kapîtalîst pêş dixe û wiha lê zêde kir. "Divê em li dijî netew dewletê neteweya demokratîk ava bikin. Hat dîtin ku netew dewlet ne çareserî ye."    'AZADIYA BÊ PARASTIN PÊŞ NAKEVE'   Yusif, bal kişand ser girîngiya parastinê û wiha pêde çû: "Azadiya bê parastin pek nayê. Hemû pêkhatiyên Sûriyeya Bakur pêdiviyê bi pergala parastinê dibîne. Me li ser hêza xwe ya cewherî hebûn û jiyana xwe parast û berdewam kir. Hemû pêkhatiyên civakê pêdiviyê bi parastinê dibîne. Parastin tenê bi çekê pêk nayê. Parastin bi çandê, bi azadiyê, bi nasnameyê û bi hebûna nirxan pêk tê. Hişmendiya parastinê ne parastina çekdarî tenê ye. Em bi parastinê pêşeroja civakê diparêzin."    'EM DÊ JI CEREBEYÊN NÛ YÊN CÎHANÊ SUDÊ BIGIRIN'    Foza Yûsif, da zanîn ku ew modela pergalek nû ava dikin û di vê avakirininê de dê ji modelên cîhanê jî sûdê bigirin û wiha got: "Niha avakirina pergala Ekolojîk, civakî, azadiya jinê tê avakirin. Niha pergala Hevserokatiyê heye. Em cerebeyên pergalên cîhanê jî li ber çavan digirin. Ciwan jî xwedî rolek mezin in. Ciwanên 18 sali dikarin bibin namzet.    'KEDA OCALAN EM ANÎN VÊ ASTÊ'    Yûsif, herî dawî bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: "Keda Rêber Ocalan a 40 salan heye. Keda Rêber Ocalan a 40 salan şoreş anî vê astê. Di şoreşa Cîhanê de hemû şoreşên cîhanê bûn yek û şer kirin û Kobanê azad kirin. Keda hemû mirovahiyê di vê şoreşê de heye. Em dê vê kedê û têkoşînê berdewam bikin."    ÎLHAM EHMED: NE ŞEKLÎ ŞOREŞEKE DAXILÎ YE   Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser mijara "Li Rojava Şoreşa Gel" rawestiya. Ehmed aşkera kir ku li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê dike, piştrast kir ku di 7 salan de bi kedeke mezin şoreş pêk hatiye û wiha axivî: "Li dijî şoreşa Rojava astengiyên mezin bi pêş xistin. Gelê herêmê bi derfetên xwe ev şoreş pêk anî. Ev şoreşa li Rojava pergaleke kumunal e. Di nava vê pergalê de kurd, ereb û gelên din cih digirin. Gel biryarên xwe bi xwe digire û ev şoreşeke mezin e."   Ehmed destnîşan kir ku di civakê de vîneke mezin û şoreşeke çandî derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala ku li Rojava tê avakirin, gel bi rojan li ser nîqaş meşand û piştî vê van nîqaşan biryar hatin girtin. Şoreşa Rojava şoreşeke sosyalîst û cewherî ye, ne şeklî ye."   Ehmed li ser pergala parastinê ya li Rojava jî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Îro bi hezaran kîlometre hatiye rizgarkirin. Bi rizgarkirina paytexta DAIŞ'ê Reqqayê re, ji nû ve jiyan tê hûnandin. Di civakê de çandeke sosyalîst her roj cih digire. Ev şoreşa gelan e, dê bandora wê wisa bi hêsanî winda nebe. Ev pergala li Rojava, li dijî pergala dewletê ye."   'DIXWAZIN EFRÎNÊ BIKIN WEK KOBANÊ'   Ehmed anî ziman ku pergala kapîtalîst li tevahiya cîhanê nakokiyên di navbera gelan de dide xebatê, wan nakokiyan kûr dike, lê wan li Rojava pêşî li vê yekê girtiye û jiyana bi hev re bi gelan re saz dikin.   Ehmed der barê helwesta rejîma Sûriyeyê de jî ev tişt got: "Hatiye helwesta 'DAIŞ qediya dor ya we ye' lê ji ber ku hêza rejîmê kêm e, serî li vê rêyê nade." Ehmed piştrast kir ku Sêyemîn Şerê Cîhanê li ser aboriyê jî dewam dike û der barê gefên li dijî Efrînê de jî ev nirxandin kir: "Dixwazin Efrînê bikin wekî Kobanê. Li Efrînê hêzên Tirkiyeyê derbên mezin xwarin. Heke êrîşek pêk bê, em ê Rûsya û DYA'yê jî wekî hevkarê vê êrîşê bibînin."   Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca jî der barê "Tecrûbeyên Rojaa û Şoreşa Jinê" de nirxandin kir.