Çalakiya grevê koma nû dewr girt 2017-11-12 15:47:17 EDENE / ANTALYA - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan li Edeneyê hatiye destpêkirin, di roja 3'yemîn de koma nû dewr girt. Jina 57 salî Ayşe Temel a nexweşa şekir e, çalakiya greva birçîbûnê dewr girt û wiha got: "Pêwîst bike ez ê ji bo Rêbertiya xwe qet xwarinê nexwim. Bila ew bigihêje azadiya xwe." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi armanca "Dê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve" di 8'ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û di roja 3'yan de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'a Seyhanê hat destpêkirin, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wekîlên girtî yên HDP'ê li salonê hatin daliqandin. Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Erol Demîrhan daxuyanî da û destnîşan kir ku divê gel bertekên xwe yên li dijî tecrîdê zêdetir bikin.   Çalakvanan bi dirûşma "Bêdengî mirn e, em ê bêdeng nebin" dest bi greva birçîbûnê kir. Di çalakiyê de jina 57 salî jî cih digire.   NEXWEŞA ŞEKIR E   Ayşe Temel a bi salan e têkoşînê dide, nexweşa şekir e û aşkera kir ku ji bo mirin çênebin wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: "Heke rêberê me azad bûya dê îro gelê kurd di binê zextan de nebûya. Dixwazin gelê kurd bi zextan bitepisînin. Ez îro ji bo azadiya rêbertiya xwe di greva birçîbûnê de me."   Temel got ku "Pêwîst bike ez ê ji bo rêbertiya xwe xwarinê jî nexweim" û da zanîn ku bi zikê birçî şekera wê derdikeve 500-550 û wiha pê de çû: "Heke çareserî pêk bê û zarokên me êdî jiyana xwe ji dest nedin, ez ji mirinê re amade me. Bila ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin."   ANTALYA   Di 10'ê Mijdarê de li avahiya HDP'a Antalyayê de çalakiya grevê hatibû destpêkirin, di roja 2'yemîn de dewam dike. Daxuyaniya ku li ber avahiya HDP'ê ya Kepezê hat destpêkirin, Rafiye akkaya aşkera kir ku dê çalakiyên wan bi rêbazên cuda dewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke rêberê me di girtîgehê de ne pêkn e em azad bijîn." Hevserokê HDP'a bajêr Cevdet Çaglar jî ev tişt anî ziman: "Ev çalakî ji bo me destpêk e. Divê her kes xwedî li Birêz Ocalan derkeve. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin."