Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû 2017-11-12 13:49:31 WAN - Li Wanê çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bi dawî kirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, bi dawî bû.   Li Wanê Partiya Herêmên Demokartîk (DBP) ji bo azadî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dawî anîna tecrîtê di 4’ê Mijdarê de li avahiya xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclîsa Dayikên Aştiyê dewam dikir û bi sedan kes beşdar bûn, bi dawî bû. Hevarokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, daxuyanî da û wiha got: “Heya ku tecrît bi dawî bibe dê  çalakiyên me bidomin.” Greva birçîbûnên bi lêxistina çepik û berzkirina tilîliyan bi dawî bû.