Danişîna doza Rojnameger Polat pêk hat 2019-04-09 12:28:26   DÎLOK - 3'emîn danişîna doza Rojnameger Bariş Polat ku bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê pêk hat. Dadgehê xwest materyalên dijîtal bên lêkolînkirin.    3'emîn danişîna doza Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin  Bariş Polat, ku bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê pêk hat.  Polat û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Rojnaemger Polat, îdîayên der barê xwe de red kir û diyar kir ku tenê kar û xebatên rojnamegeriyê dike. Polat beraata xwe xwest. Parêzerê Polat  jî parastin kir û beraata muwekilê xwe xwest.    Heyetê piştî navber da, biryar da ku materyalên dijîtal bên lêkolînkirin. Heyetê danişîn taloqî 10'ê Îlonê kir.