Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin 2017-11-12 11:40:45   AMED - Polîsan di saetên serê sibê de li Amedê bi ser mala xwebatkara Rojnameya Welat a bi navê Pervîn Botan Kaya de girt û ew binçav kir.   Xebatkara Rojnameya Welat Pervîn Botan Kaya di saetên serê sibê de di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Kaya nehat zanîn û hat diyarkirin ku Kaya li Miduryeta Polîsan a Amedê tê girtin.