Dema binçavkirina Hevserokê HDP’a Qaqizmanê hat dirêjkirin 2019-04-08 13:17:42   QERS – Dema binçavkirina Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Qaqizmanê Yaşar Ozlu 4 rojên din jî hat dirêjkirin.   Li Navçeya Qaqizmanê ya Qersê di 4 Nîsanê de polîsan bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Qaqizmanê Yaşar Ozlu de girt û ew binçav kiribûn. Hat zanîn ku 4 rojên din jî dema binçavkirina Ozlu hatiye dirêjkirin. Ozlu yê bi îdaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “Endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tê ragirtin. Tê payîn di 11’ê Nîsanê de îfadeya Ozlu bê girtin.