Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû 2017-11-12 10:08:57 MÛŞ - Mînîbûsa di derbasoka di navbera rêya Kop-Mûşê re derbas dibû, trên lêxist û di qezayê de 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn. Mînîbûsa bi plaqeya 49 D 4031 a Eyup Guleç dajot, ji Mûşê diçû navçeya Kopê, li nêzî gundê Alazliyê dema di derbasokê re derbas dibû trênê lêxist. Di qezayê de Dogan Erkoç jiyana xwe ji dest da, ajovanê bi navê Eyup Guleç, kurên wî Firat û Enes Guleç jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.    Ji birîndaran Firat Guleç ruxmê hemû mudaxaleyan jî jiyana xwe ji dest da. Dermankirina Eyup Guleç û kurê wî Enes Guleç dewam dike.   Welatiyan aşkera kir ku li heman cihî berê jî qeza pêk hatine û heta niha tu ewlehiyek li herêmê nehatiye girtin.