Rojnamevan Oktay Candemir hat berdan 2019-04-07 19:21:00   WAN - Rojnamevan Oktay Candemir, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Rojnamevan Oktay Candemîr ku di 5'ê Nîsanê de hat binçavkirin, îro piştî karên li emniyetê sewqî Edliyaya Wanê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Candemîr sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê, bi şertê kontrolkirina edlî Candemîr berda.