Heyeta HDP û DBP'ê bi girseyî şîna li malbata Pamay hatiye danîn ziyaret kirin 2019-04-07 16:21:12   ŞIRNEX – Ziyaretên ji bo şîna Mahsum Pamay ê li Girtîgeha Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike çalakî pêk anî, bi girseyî didome.    Ziyaretên şîna ji bo Mahsum Pamay ê li Girtîgeha tîpa T a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî ya li mala Pamay a li Cizirê hatiye danîn bi girseyî didome. Malbata Pamay, piştî duh polîsan mudaxaleyî şînê kir, şîn li mala xwe danîn û ziyaretên sersaxiyê li mala Pamay didomin. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Şirnexe Dayikên Şemiyê, Parlamenterên HDP'ê jî di navde komek mezin îro çûn malbata Pamay ziyaret kirin û sersaxî ji malatê xwestin. Girse di bin dorpêça polîsan de malbata Pamay ziyaret kir û ji dayika Masum Pamay sersaxî xwestin.    Malbata Pamay, duh li Mizgefta li taxê şîn danîbûn, lê polîsan di nava rojê de ser şînê de girtibû û şîn betal kiribû.