ÎHD: Hezar û 333 girtiyên nexweş di sinorê mirinê de ne 2019-04-07 15:44:49   AMED - Komîsyona Girtîgehan a Navenda ya ÎHD'ê diyar kir ku Hezar û 333 girtiyên nexweş di sînorê mirinê de ne. Komîsyonê diyar kir ku tecrîd rêbazek îşkenceyê ye û xwest bi lez Girtigeha Îmraliyê bê girtin.    Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî rewşa Hezar û 333 girtiyên nexweş ên li girtîgehan, li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku wan lîsteya girtiyên nexweş nûjen kiriye û 457 jê giran Hezar û 333 girtiyên nexweş hene û wiha got: "Li Girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtiyên nexweş ên li ser sînorê mirinê hene. Her kes tenê rewşa girtiyên nexweş tenaşe dike. Ji ber astengiyên brokrasi  û zordariyên zagonî girdî di darbestan de tên berdan. Ev yek îşkence ye."     Boztoprak, anî ziman ku li gorî mevzuatên navneteweyî ku dewlet wan ji azadiya wan dûr dixe, divê mafê wan ê jiyanê biparêze û mafê wan ê tenduristiyê biparêze. Boztoprak, da zanîn ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha got: "Komîteya Rawestandina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT), têkildarî ku girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigirin hişyarî kiriye. Divê li girtîgehên Tirkiye girtiyên ku nexweşiya wan hebe wan bibe revîrê û wan sewqî nexweşxaneyan bikin. Lê sewqa wan an nayê kirin an jî di wexta wê de nayê kirin. Di dermankirina bi rêk û pêk de pir li kêm dimîne. An wan bi kelepçe muayine dike, an jî li hin nexweşxaneyan ji ber nasnameya wan a nijadî rastî neheqiya bijîşkan tên an jî nayên dermankirin. Girtiyên nexweş di çûn û hatinê de rastî astengî û muameleya xerab tên. Rastî cudakariyê tên. Divê Tirkiye li gorî peymana hiqûqa navneteweyî tev bigerde. Lê li gorî serlêdanên li komeleya me hatine kirin li dijî huqûq û Makeqanûnê tev digerin."     SAZIYA TIPA EDLÎ NE SERBIXWE YE   Boztoprak, destnîşan kir ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ne serbixwe ye û wiha lê zêde kir: "Saziya Tipa Edlî ji zanistiyê û serxwebûnê dûr tev digere. Ji ber vê yekê nexweş rastî neheqî û binpêkirina mafan tên. Divê ATK biryarên objektîf bide. Divê li gorî zanistê tev bigere. Lê hêj xwe ji ruhê rejîma 12'ê Îlonê rizgar nekiriye."     Boztoprak, ji bo girtiyên nexweş ev pêşniyarên ku bi lez bên kirin, parve kir:    “* Girtiyên nexweş divê li nexweşxaneyek bi rêk û pêk bê tedawîkirin, rapor bistîne û li gel malbata xwe tedawiya xwe berdewam bike. Divê dewlet sîgorta tenduristiya wan bide. Divê êdî raporê tenê bi ATK'ê bi sînor nekin û saziyên din jî dikaribin raporê bidin. Divê raporên her nexweşxaneyê esas bên girtin. Divê giştînameya efoya nexweşên girtî ya Serokomariyê bê guhertin. Divê tenê Saziya Tipa Edlî ne diyarker be.    DIVÊ BI LEZ GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN   * Li Girtîgehên Tirkiye pêkanînên tecrîdê tevahiya derûnî, fîzîkî û civakî ya girtiyan xera dike. Tecrîd li ijî hebûna mirovahiyê ye. Tecrîd rêbazekî îşkenceyê ye. Divê tecrîd bi dawî bibe. Divê bi lez Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.    * Li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan hiquqa taybet û tecrîd heye. Ji ber vê yekê divê bi lez Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Divê Abdullah Ocalan û hevalên li gel wî ji mafê xwe yê zagonî yê giştî sûdê bigire.    * Divê girtîgeh di milê fîzîkî de li gorî rûmeta mirovan û şertên jiyanê bê avakirin.    * Divê şertên girtîgehê li gorî şertên derve bê avakirin û li gorî vê yekê gav bên avêtin.    * Divê Wezareta Dadê li gorî xala 45/1'an a Giştînameyê ya 10 kes mafê 10 saet sohbetê têxe meriyetê. Divê şertên tecrîdê bi dawî bike û destûr bide ku girtî bên cem hev. Karibin bi hevre xebatên hevpar bikin.    * Divê amûrên wekî zencîr, hestin yên ji aliyê zagonên navneteweyî ve hatine qedexekirin bên astengkirin. Divê bi armanca cezakirinê neyên bikar anîn.    MAFÊ GIRTIYAN ÊN ZAGONΠ   * Divê di serî de di mijara îşkenceyê de li gorî Protokola Stenbolê tev bigerin û li gorî forma muayineya standart tev bigerin.    * Divê girtî li gorî guncavbûna mahremiyetê ya muayineyê tev bigerin û bi şiklê tenê an ji kes nebîne bên muayinekirin. Kese ku li cem nexweş dimîne jî divê nasnameya wî teqez bê nivîsîn.   * Divê personel û hekîmê tibbî li gorî Protokolê Stenbolê tev bigerin.    * Divê şertê dermankirina li girtîgehan û ya derve wekhev bibe.    * Divê di asta têr de xizmeta tenduristiyê bidin girtiyan û girtî karibin sûdê ji hemû mafê tenduristiyê bistînin.    * Divê dawî li cezayên dîsîplînê bînin û li gorî hiqûqê tev bigerin.    Divê dawî li pêkanînên keyfî bînin.