Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî Gunduz hat girtin 2019-04-07 15:36:12   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sîlopî Fatma Gunduz, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat girtin.    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di serdegirtinên 5’ê Nîsanê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Fatma Gunduz, Dayika Aştiyê Emîne Ozek û Cemîle Alyanak, hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan di saetên şevê de sewqî dozger hatin kirin.    Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” Ozek û Alyanak bi şertê kontrola edlî berdan û Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Gunduz jî, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin.    Dadgehê bi heman hincetê Gunduz girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Li bendêye ku di çarçoveya heman lêpirsînê de, îfadeya kesekê ku navê wî/wê nehat zanîn, îro bê girtin.