Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast 2017-11-12 09:53:44 AMED - Rapora xebatên sala 2016'an a ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Musafa Yaman ve hat amadekirin de, di beşa mîsyonê ya saziyê de pênaseya "Divê derfetên jiyana xwerêveberina cewherî û azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk, bê dayîn" hat kirin. Qeyûmê bi navê Mustafa Yaman ê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, rapora xebatên sala 2016'an amade kir, di beşa mîsyonên saziyê ya şaredariyê de diyar kir ku dê derfetên hişmendiya "xwerêveberiyên cewherî" bên dayîn.   ‘DEMOKRATÎK, EKOLOJÎK Û AZADIYA JINÊ...’   Nivîsa di malpera şaredariyê de hat weşandin û hema di bin nivîsa qeyûm Yaman de cih digire de wiha hat gotin: "Ji bo kesên li bajarê me dijîn di nav plansaziyeke bi qalîte û li gorî şertên derûdorê xizmetek bê dayîn, divê derfetên hişmendiyeke xwerêveberiyên cewherî û azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk bê dayîn."   MALPER HATIBÛ GUHERTIN   Piştî Wezareta Karên Hundur Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirê girtibû, di 17'ê Mijdara 2016'an Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Dema Mustafa Yaman hatibû ser peywirê malper ji serî heta binî hatibû guhertin.   Bi hinceta xwerêveberiyên cewherî xwestine, gelek hevşaredarên DBP'ê hatibûn girtin û li cihên wan qeyûm hatibûn tayînkirin.