Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik: Me dest û zend badan 2019-04-07 11:09:55   RIHA – Hevşaredara Pirsûsê ya HDP'î Hatice Çevik, diyar kir ku ji bo peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin biçikilînin dest bi projeyê kirine û wiha got:  "Heta ku betonên li pêş avahiya Şaredariyê ranebin em piyê xwe navêjin avahniya şaredariyê.    Hatîce Çevîk ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di mîtînga Enqereyê de di êrişa DAIŞ'ê de birîndar bû û keça xwe Başak Sîdar Çevîk û meda keça xwe Nîlgun Çevîk winda kir, wêneyê wê û hevjînê wê Îzzetîn Çevîk hêj li ber çavan e. Hevşaredara Pirsûsê ya Rihayê ya HDP'î Hatice Çevîk, piştî şaredarî qezenç kirin diyar kir ku dixwazin ewil projeya avakirina peykerê 33 ciwanên ku li Pirsûsê ji aliye DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin ava bike.  Hatice Çevik, di Partiya Demokratik a Gelan (HDP) de de bi 25 hezar û 767 dengan ji sedî 59,36 şaredarî bi dest xist û Hevşaredar. Çevîk anî ziman ku zedeyî 2 salan qeyûm tayînî şaredariyê kirin û wiha got: "Karê min ê ewil, emê ji bo 33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin peykerekî ava bikin. Em dê li wê qadê bîrdariyekê ava bikin. Em ji gelê Pirsûsê re spas dikin. Dema em biçin mazbatayên xwe bigirin em dizanin enkazek mezin li benda me ye. Em dizanin şaredarî di bin deynekî mezin de hiştine. Gelek nelirêtî û dizî hatiye kirin. Dema ku em mazbata xwe bistînin emê fêr bibin ku çiqas talankirin û wêrankirin hatiye kirin. Em ê ewil talankirin û wêrankirina hatiye kirin tespît bikin. Dîsa em ê deynê şaredariyê zelal bikin. Em ê blokên betonê yên li dora şaredariyê hatine avakirin rakin. Em dê avahiya şaredariyê ji nûve li gel vekin. Em dê bi awayekî koordine ku bibin layîqî gel bixebitin.    MAZBATA HÊJ NEDANE   Çevik, anî ziman ku YSK'ê hêj mazbata wan nedaye wan û wiha axivî: "AKP'ê ji bo deng ji nûve bên jimartin serî li YSK'ê dan û îtîraz kirin. Lê YSK'ê ev îtîraza wan red kir. Me li Pirsûsê 10 hezar û 708 deng zêdeyî AKP'ê stendiye. Armanca îtîraza ewe ku dereng mazbatê teslîmî me bikin û hundirê avahiya şaredariyê vala bikin. Dixwazin dizî, talankirin û wêrankirina xwe bincil bikin û veşêrin. Ji ber ku Pirsûs sînorê Kobanê ye ji bo dewletî cihekî Stratejîk e. Dixwazin provokasyonan li vir pêş bixin. Gelê Pirsûsê tevî hemû zext û astengiyên dewletê çûn ser sindoqan û bersîv dan. Ji bo em bibin layiqî gel em ê bi dil û can bixebitin. Yên li Pirsûsê komkujî pêk anîn, piştre di 10'ê Cotmehê de li Enqere komkujî pêk anîn Me 4 sal berê soz da ku li Enqere bîrdariyê çêkin. Lê hêj destûr nadeyê dayîn. Ji bo vê yekê em dê ji bo 33 kesên li Pirsûsê hatin kuştin bîrdariyekê ava bikin."    Çevîk, da zanîn ku ew dê ji bo jinan jî qadên jiyanê ava bikin û gelek qadên lîstikê û bêhndayînê ava bikin.    MA / Erdoğan Alayumat