8 girtî ji 3'ê Nîsanê de avêtine hucreyê 2019-04-07 10:35:07   EDENE – Rêveberiya Girtîgeha Çorumê bi hinceta li ser piyan jimartin nedane 8 girtiyên siyasî ji 3'ê Nîsanê ve avêtine huceryê.    Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Çorumê bi hinceta girtiyan destûr nedaye ku wan li ser piyan bijmêre û kamerayan li odeya wan bi cih bike, 8 girtî ji 3 Nîsanê de avêtine hucreyan. Girtiyan diyar kirin ku kesên gotine "Em ji MİT'ê ne' zor li wan kirine ku li odeyên wan lêgerîn bikin. Malbatên girtiyan serî li şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dan û alîkarî xwestin.    Birayê Adnan Îlik Masum Îlik, diyar kir ku di 3'ê nîsanê de bi birayê xwe Adnan re axivîye û wiha got: “Li ser navê lêgerînê dikevin kawîşên girtiyan û hemû alav û amûrên wan tev li hev dikin. Dîsa li deriyan dixin û provokasyonê pêş dixin. 2’yemîn Midûrê Girtîgehê dibêje 'Ezê halê we yê baş bişewitînim. Heta 3 salan em bi hevre ne' û gefan li girtiyan dixwin. Zextan li ser girtiyan dikin. Birayê min ji mîda xwe de nexweş e. Lê ji ber av tune nikarin biçin tuwaletê jî. Kesên sivîl ku navê MİT’ê li xwe dikin diçin li odeyên wan lêgerîn dikin û odeyên wan belav dikin."    '5 GARDIYAN PORÊ GIRTIYEKÎ JÊ DIKIN'   Biraziya Abdulrahim Ozbay Guler Ozbay  jî anî ziman ku di 3'ê Nîsanê de bi mamê xwe Abdulrahîm re axivî û wiha got: "Piştî gritî ketin greva birçîbûnê binpêkirina mafan zêde bûye. Mamê min diyar kir ku di demên dawî de zextên li ser wan zêde bûye. Nikarin biçin por û riya xwe kur bikin. Dema porê xwe jê dikin û riya xwe kur dikin 5 gardiyan li dora wan kom dibe û di bin dorpêça 5 gardiyanan de porê xwe jê dikin. Mamê min anî ziman ku ji ber ev zextên li ser xwe şermezar kirine 3 hevalên wan avêtine hucreyê û got 'Di 3'ê nîsanê de em hemû avêtine hucreyê. Kesên navê MİT’ê li xwe dikin tên li odeyên me digerin û bi awayekî keyfî alavên me belav dikin. Dest datînin ser alavên me yên taybet. Em di 5'ê Nîsanê de li midûrê girtîgehê geriyan lê nehat ser telefonê. Ger ku tiştek bi girtiyan bê berpirsiyar rêveberiya girtîgehê ye."    MA / Hamdullah Kesen