Dayik Çabûk: Êdî bes e bila daxwaza wan bê qebûlkirin 2019-04-07 08:19:10   STENBOL –  Zeynep Çabûk, dayika Alî Çabûk ku li girtîgehê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Êdî bes e."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî Alî Çabûk e. Çabûk, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye. Çabûk, di sala 2003'yan de li Îzmîrê hatiye binçavkirin û 36 sal ceza lê hatiye birîn.    Dayik Zeynep Çabûk (87), anî ziman ku ji ber li Semsûrê dijî ancax salê du caran diçe girtîgehê.    Çabûk, bilêv kir ku çûye girtîgehê û kurê xwe dîtiye û got: "Zarok û ciwanên me di greva birçîbûnê de ne û bedena xwe dane ber birçîbûnê. Birçîbûn ne tiştekî hêsan e. Mirov nikarin 10 rojan birçî bimînin, lê ew 90 roj, zêdetirî 100 rojî di greva birçîbûnê de ne. Êdî bes e, emrê me qediya, emrê zarokên me jî qediya. Vê meseleyê hel bikin. Rica dikim, ji destkê çi tê bila bike û bila daxwaz girtiyên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin."    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Xwişk Hatîce Çabûk jî anî ziman ku birayê wê û hevalên wî ji bo mirinê neketine greva birçîbûnê û got: "Birayê min û hevalên wî ji bo rojek berî rojekê çareseriyek bê çêkirin ketin greva birçîbûnê. Em jî dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin da greva birçîbûnê bi dawî bibe. Wexta Leyla Guven dest bi grevê kir em li ber ketin. Niha li tevahiya girtîgehan hevalê me dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em dixwazin rojek berî rojekê çareseriyek çêbibe û tecrîd bi dawî bibe. Daxwaza wan jî bidawîbûna tecrîdê ye."    ‘BILA DILÊ DAYIKAN NEŞEWITE'    Çabûk got: "Em malbat dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Em edaletê dixwazin. Wekî din tiştekî din naxwazin. Em jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Em jî li Tirkiyeyê dijîn. Kalikên me jî tev li şer bûn."    Çabûk, diyar kir ku diya wê ji bo birayê wê bibîne ji Semsûrê hatiye û got: "Di rê de perîşan dibin. Em naxwazin dilê tu kesî bişewite."    Çabûk, bal kişand ser daxwaza birayê xwe û got: "3 hevalên wî ji 16'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne. Ew û 15 hevalên xwe jî di 1'ê Adarê de ketin greva birçîbûnê. Birayê min û hevalên wî dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Gotin, heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike."    MA / Sadiye Eser