Rewşa Avşîna biçûk ku tevî dayika xwe girtiye xirab dibe 2019-04-07 08:18:31   MÊRDÎN – Nexweşîna Avşîna biçûk a 16 meh î ku tevî dayika xwe di girtîgehê de ye, her diçe xirabtir dibe. Navê Avşînê Mehmet Emîn Ûsanmaz , bang li rayedaran kir ku cezayê hevjîna wê bê taloqkirin.    Hulya Ûsanmaz wexta Hevseroka HDP'a Mêrdînê bû di sala 2016'an de tevî 70 kesî hat binçavkirin û paşê hat girtin. Piştî demekê dayika 3 zarokan Ûsanmaz hat berdan, lê belê piştî Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Mêrdînê 6 sal û 3 meh cezayê hat birîn pesend kir di 27'ê Mijdara 2018'an de hat girtin û careke din ket girtîgehê.    BIJÎŞK: CIHÊ WÊ NEGIRTÎGEH E    Ûsanmaz ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye, wexta hat girtin keça wê Avşîn 12 mehî bû û mecbûr mabû ku wê jî bi xwe re bibe girtîgehê. Berî Ûsanmaz bê girtin, Avşîn a biçûk ji ber nexweşîna Hemanjîom lê peyda bibû her meh li Edeneyê li nexweşxaneyeke taybet dihat tedawîkirin. Lê belê piştî dayik Ûsanmaz hat girtin tedawiya Avşînê jî nîvco ma. Piştî hat girtin bijîşkê hişyar kir û got: "Cihê wê ne girtîgeh e. Şertên girtîgehê ji bo wê nebaş in. Em ancax dikarin di nav salekê û 15 mehan de tedawî bikin." Li ser vê hat daxwazkirin ku cezayê dayika Avşînê bê taloqkirin lê belê dadgehê daxwaz qebûl nekir.    Ji ber Avşînê di girtîgehê de ye û baş rojê nabîne û tedawiya wê nîvco maye her diçe rewşa wê xirabtir dibe.    BAV: EM LI BENDÊ EN CEZA BÊ TALOQKIRIN    Bavê Avşîna biçûk Mehmet Emîn Ûsanmaz, diyar kir ku herî dawî wexta çûye girtîgehê lekeyên li ser çavên Avşînê zêde bûne û got: "Her cara diçim girtîgehê hîn bêtir dibînim ku girtîgeh ne cihên pitikan e. Heta niha tiştek bi dest me neketiye. Dest û piyên me girêdayîne, em nikarin tiştekî bikin. Em naxwazin ji ber vê nexweşînê tiştek pê bê. Her diçe nexweşîna wê girnatir dibe. Eger wisa dewam bike wê êdî derfeta tedawîkirinê jî nemîne. Em dixwazin dayika wê bê berdan û em zaroka xwe tedawî bikin. Tehliyeya bişert jî dibe. Yanî dikarin heta zarok hinekî mezin bibe cezayê dayika wê taloq bikin."    MA / Ahmet Kanbal