Dayika ku zarokên wê yên cêwî di greva birçîbûnê de ne: Ka misilmaniya te? 2019-04-07 08:17:42   AMED - Emîne Işik, dayika Hasan û Huseyînê cêwî ku lin dijî tecrîdê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina bang li Serokmar Erdogan kir û got: "Ka misilmaniya te?"    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de birayên hev Hasan û Huseyîn Işik ên cêwî jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Hasan Işik li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê û Huseyîn Işik jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye.    Dayika Hasan û Huseyîn, Emîne Işik diyar kir ku cêwiyên wê ji dilê xwe nerihet in û xwest tecrîd bi dawî bibe.    ‘JI BO ZAROKÊN XWE EZ Ê AGIR BERA BEDENA XWE DIM'    Dayik Işik bang li Serokomar Erdogan kir û got: "Ka misilmaniya te?" Işik, anî ziman ku zarokên wê nexweş in, lê dîsa jî ji bo tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û got: "Ma em bi rihetî bêhnê distînin? Ew zarokên min in. Min ew mezin kirin. Eger bivê ez ê ji bo wan agir bera bedena xwe bidim. Bila êdî dengê me bibihîsin. Ma ev misilmantî ye? Divê ev zilm bi dawî bibe. Ji ber em kurd in ma wê me hemûyan qetil bikin? Êdî bes e, bila tecrîd bi dawî bibe. Dibêje ez misilman im. Ma ne bes e wê heta kengî dilê me perçe bikin?"    ‘JI BO BIMIRIN ME EW MEZIN NEKIRIN'    Işik, ji bo êdî kes li girtîgehan nemire û daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin bang li Wezareta Dadê kir û got: "Hema bila ew rojekê tenê xwarinê nexwein. Wê karibin? Bila êdî dengê me bibihîsin, bila ev tecrîd bi dawî bibe. Ji ber êş nekişandine vê zilmê dikin. Çima aştî çênabe? Ma li bendê ne zarokên me bimirin? Me zarokên xwe ji bo bimirin mezin nekirine. Bila ne zarokên me, ne leşker ne jî polîs bimirin. Bila êdî dilê dayikan bi mirinê neşewite."    Herî dawî Işik got: "Li ser sifrê digirîm. Gepek nan jî di qirika min re naçe. Ma wexta zarok birçîbin wê çawa xew bi çavê dayikê bikeve? Ên dilê me dişewitînin Xwedê ji wan r enehêle. Eger daxwaza wan neyê qebûlkirin, em ê ji bo zarokên xwe agir bera bedena xwe bidin. Ên vê zilmê dikin hewaleyî Xwedê dikim."    MA / Ozgur Paksoy