ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-07 08:12:46     * Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Bazîdê Yildiz Acar ve Cesîm Çakan, ji ber bi ser ketin malavayiya gel kirin û gotin, ew ê di demeke kurt de peykerê Ehmedê Xanî çêbikin ku qeyûm rûxandibû.    * Latîfe Aydin ku kurê wê û neviyê wê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo darbest ji girtîgehan dernekevin bang li Wezareta Dadê kir.    * Meryem Erbey, dayika Mehmet Erbey ku 111 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku kurê wê bi sandalyeya biteker anîne cihê hevdîtinê. Dayik Erbey, bilêv kir ku rayedaran ji wan re gotiye: "Ji zarokên xwe re bêjin bila dev ji vê çalakiyê berdin."    * Fatma Kaygan, dayika Mahmût Kaygan ku ji 3'yê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku kurê wê ragihandiye ser çavê wî û hundurê devê wî nêm girtiye û got: "Bila hemû dayik rabin se rpiya. Eger dayik tiştekî nekin kes tiştekî nake."    * Emîne Işik, dayika Hasan û Huseyînê cêwî ku lin dijî tecrîdê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina bang li Serokmar Erdogan kir û got: "Ka misilmaniya te?"    * Nexweşîna Avşîna biçûk a 16 meh î ku tevî dayika xwe di girtîgehê de ye, her diçe xirabtir dibe. Navê Avşînê Mehmet Emîn Ûsanmaz , bang li rayedaran kir ku cezayê hevjîna wê bê taloqkirin.    * Zeynep Çabûk, dayika Alî Çabûk ku li girtîgehê ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, xwest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û got: "Êdî bes e."    * Dê û bavên Agît Toprak ku li Girtîgeha Çorûmê 38 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kirin ku ew dixwazin li ser axa xwe bi awayekî birûmet bijîn û got: "Divê em li dijî tecrîdê derkevin. Me bikujin jî û bigirin jî em ê van zext û zoriyan qebûl nekin."    * Nivîskar Faîk Bûlût, diyar kir ku sedema ku îktîdar hêzên ewlehiyê li deverên sînor bi cih kir û xwest şaredariyên li wir bi dest bixe girêdayî polîtîkaya îktîdarê ya der barî Sûriyeyê de ye. Bûlût, got: "Îktîdar di hilbijartinê de bi ser neket, loma wê pêşî nikaribe berê xwe bide Rojava an jî Sûriyeyê, wê berê xwe bide vira. Nikare du şerî bi hev re bibe."    *  Li Girtîgeha Maltepeyê der barê 27 girtiyên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê ya bidem û dorveger de bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kirine" doz hat vekirin.    * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi armanca bixwazin tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi dawî bibe, wê li Navçeya Şîşlî meşekê pêk bînin. (15.00)