Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan ji AKP'ê xwest tecridê bi dawî bike 2019-04-06 16:39:46   AMED – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku di encama hilbijartinê de derketiye holê ku gel helwesta xwe ya li dijî tecridê anîye ziman. Turkdogan, anî ziman ku ji bo Tirkiye dîsa li pêvajoya aştiyê vegere, gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dide û wiha got: "Em bang li AKP’ê dikin ku dawî li tecrîdê bînin."    Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo xebatên xwe niqaş bikin li Amedê kom bûn. Di civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat de Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskin, Ozturk Turkdogan,  endamên MYK'ê bi hevre derketin pêşberî kamereyan û daxuyanî dan. Di civînê de Turkdogan, diyar kir ku ji bo civîna MYK'ê li Amedê kom bûne û wiha got: "Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest bi greva birçîebûnê kir ji 1'ê Adarê û şûnde li hemû girtîgehan girtî ketine grevê. Ger ku hiqûq pêk hatibûya îro ev çalakî pêk nedihatin. Îro dîsa 3 parlamenterên HDPê li avahiya HDP'ê di grevê de ne. Ger ku Tirkiye hiqûqa xwe pêk anîbûya û tecrîd bi dawî kiribûya ev yek pêk nedihat. Heta niha li ser vê mijarê gelek ziyaret pêk hatin. Lê me encam bi dest nexist. Ji ber ku li hemberî daxwazên girtiyan îktîdar bêdeng e û gavan navêje 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Ev me pir xemgîn dike."    Turkdogan sersaxî ji malbatên kesên dawî li jiyana xwe anîne xwest û xwest kes serî li rêyên bi vî rengî nedin. Turkdogan bang li girtiyan kir û got: "Mafê jiyanê pîroz e. Divê kes serî li van çalakiyan nede. Em bang li îktîdara siyasî û Wezareta Dadê jî dikin. Em dibêjin tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku hûn tecrîdê bi dawî bikin grev jî wê bi dawî bibin. Em parazvanên mafên mirovan in. Em wekî parazvanên mafên mirovan erka ku dikeve ser milê me emê pêk bînin û hevdîtinên xwe berdewam bikin."   Turkdogan, anî ziman ku gotina “Beka" encam negirtiye û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiye pirsgirêka 'Beka' tune ye. Pirsgirêka herî muhîm, pirsgirêka aştî û demokrasiyê ye. Pêdiviya mirovan bi aştî, demokrasî û mafên mirovan heye. Gel li hemberî tecrîdê tawîz nedaye. Nîşan daye ku ji bo Tirkiye dîsa vegere pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan karibe erka xwe pêk bîne. Dîsa divê girtî jî tev li vê pêvajoyê bibin."