Girtiyê nexweş Alî Kûrban berdin 2019-04-06 15:56:12   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, ji bo serbestberdana girtiyên nexweş di çalakiya “Rûniştina F” a 367’emîn de xwest girtiyê nexweş Alî Kûrban bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 367’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û wêneyên girtiyên nexweş hatin vekirin. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de xwest Alî Kûrban ê nexweş bê berdan.    Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyaniya vê heftê da û wiha got: “Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 150 rojin berdewam dike. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê didomin. Rewşa girtiyan xerab dibe û girtî di ava vexwarinê de, zehmetiyan dikêşin. Divê êdî gavên pêwîst bên avêtin.”   Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Alî Kûrban  û wiha bilêv kir: “Gelek nexweşiyên giran ên Kûrban hene. Nexweşxaneya Zanîngehê ya Mêrsînê rapora ji sedî 94 astengdare daye Kûrban. Lê ligel vê yekê jî ATK’ê di sala 2014’an de ji bo Kûrban rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da. Vê yekê  nîşan  ku ATK bi nêzîkatiyek polîtîk nêzî nexweşan dibe.”   ‘ALÎ KÛRBAN BERDIN’   Onaran, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em weke parazvanên mafên mirovan dixwazin ku Alî Kûrban û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   Piştî axaftina Onaran çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  Eylem sloganlarla sona erdi.