Rêyên gundan bi sergoyê Santralên termîkê jahr dikin 2017-11-12 09:25:13 ÎZMÎR - Santrala Termîkê ya Îzdemirê ku di navbera Foça û Alîaga de dimîne, bermahiyên jahrînî jiyana gundiyên herêmê dixe nava talûkeyê. Rêveberê FOÇEP'ê Bahadir Doguturk, diyar kir ku bermahiyan di îmalata asfaltê de dixebitinin û hemû bermahiya jahrînî di rêya gundan de xerç dikin.  Bermahiyên Santrala Termîka Îzdemirê, gefan li jiyana welatiyên herêmê dixwe. Bermahiyên santralê ku di nava herêma Aliaga û Foça de dimîne, ji ber gaza jahrînî û bermahiya jahrînî li herêmê nexweşiyê belav dike. Hem gaz û hem jî bermahiyên fabriqeya santralê gefan jiyana gundiyên herêmê dixwe. Tevî jahrê li derdorê belav dike jî dîsa fîrma xebatên xwe berdewam dike. Li herema ku sanayiya giran heye, ji ber bermahiyên fabrîqe û santralan depo û girên curufê hatin avakirin. Ava ji girên bermahiyên li herêma sanayiya Aliaga diherike zeviyên mezin, vediguherînin asfaltê. Şaredarî, vê asfalta ku jahrê belav dike li ser rêyên  gundan rodikin. Bi vê yekê hem jiyana welatiyên gundan û hem jî çandiniya herêmê dikeve bin gef û talûkeya jahrê. Wekîlê Santrala Enerjiyê ya Îzdemîr û parêzerê mudahil Zihni Ozan Akin diyar kir ku hemû xweliya fabriqeyê ji aliyê rayedarên fabriqeyê ve tê firotin. Dijberî gotina Okan, derdorparêz jî destnîşan dikin ku ev bermahî û sergo nayê firotin û ji bo ji destê xwe derxin bê pere didin Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên din.    JAHRÊ LI SER RÊYA GUNDAN RODIKIN   Rêveberê Platforma Çand û Derdora Foça (FOÇEP) Bahadir Doguturk, diyar kir ku bermahiyan di îmalata asfaltê de dixebitinin û hemû bermahiya jahrînî di rêya gundan de xerç dikin. Doguturk, anî ziman ku şîrketa ku curuf depo dike, li herêmê depoya dawi ya li Geliyê Golyuzu jî tije dike û wiha got: "Li herêmê 50 milyon ton bermahî hatiye depokirin. Divê demek berî demekê ev tesîs bên girtin. Bermahiyên santralê ji ber jahrê nayên xebitandin. Asfalta tê hilberandin jî jahrê belav dike. Midûrê Giştî yê Rêyên Bejayî jî vê asfaltê naxebitîne û talûke dibîne. Lê dîsa vê asfaltê li ser rêya gundan û  zeviyên nava daristanê direşînin."    GAZA JAHRÎ BI BA BELAV DIBE    Doguturk, ani ziman ku bandora kumulatifê ya Alîaga her diçe zêde dibe û wiha got: "Bi bayê bakur ev gaza jahrî li Deşta Menemenê belav dibe. Bi vê yekê re nexweşiyên pençeşêrê jî belav dibin. Dixwazin sergo bibin Gundê Horozgedigi.  Divê gundî destûr nedin vê yekê."