Bîlgen û Alaca: Ji şaredariyê ewraqan derdixin û avahiyê difiroşin 2019-04-06 15:06:35 QERS - Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, parêzerên li ser navê MHP’ê ji bo betalkirin hilbijartinê îtîraz kirin, kar û xebatên desteserkirina avahiya şaredariya Qersê jî, bi rêve dibine.  Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, derbarê îtîraza MHP’ê ya ji bo betalkirina hilbijartinê de daxuyaniyî dan. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Bajêr pêk hat û gelek welatî beşdar bûn. Hevşaredar Şevîn Alaca, diyar kir ku li Qersê vîna gel tê xesp kirin û wiha axivî: “Em bang dikin ku hemû kes xwedî vîna xwe derkevin. Partiyên cuda yên li Qersê ketin hilbijartinê jî divê berpirsiyartiya xwe bi cih bînin. Ger partiyek din di vê rewşê de bûya, emê li dijî vê bêmafiyê derketibana. Serlêdana ji bo betalkirina hilbijartina li Qersê, ne tenê hilbijêrtên HDP’ê, hemû gelê Qersê aciz kiriye. Hilbijartinê pir baş û bêpirsgirêk derbas bû. Ji sindoqan tu gîlî nehatin. Îtîraza MHP’ê ya bi van hincetan, tiştên cuda tîne hişê mirov.”    'VÎNA GELÊ QERSÊ XESP DIKIN'   Alaca, anî ziman ku wan ji bo hilbijêrên xeyalî gelek îtîraz kirin, lê YSK’ê her tim îtîrazên wan red kirin û wiha got: “Bêguman îtîrazkirin mafekê demokratîke, lê divê ev maf ji bo hemû partiyên siyasî derbas dar be. YSK’ê hemû îtîrazên Tîfaqa Cûmhûr qebûl kirin, lê bi tu awayî îtîrazên me qebûl nekirin. Mînakên li Mûş û Mazgirtê li ber çavane. Em dikarin bêjin ku YSK’ê erka xwe bi cih ne anî. Ji ber vê li derê YSK bi cot-standartiyê nêz bû. Vîna gelê Qersê xesp dikin. Em bang li gelê Qersê dikin ku xwedî vîna xwe derkevin.”    'AVAHIYÊN AÎDÊ ŞAREDARIYÊ DIFIROŞIN'   Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî, axivî û wiha got: “Parêzerên ku li ser navê MHP'ê îtîraz kirin, xebatên îcrayê yên avahiyên Şaredariya Qersê jî bi rê ve dibin.  Armanc ew e ku mal û milkên şaredariyê bifiroşin. Hacîz li ser hemû avahiyên şaredariyê yê vî bajarî heye û her kêlî dibe ku bên firotin.”   BANGA LI GEL   Bîlgen, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “'Mirovên ku heta niha li Qersê kesî ew nedîtine, bi kincên personelên şaredariyê digerin. Em bang li hemû gelê Qersê dikin. Li bajarê xwe, dengê xwe, vîna xwe û li demokrasiyê xwedî derkevin. Ji bo ku Qers winda neke em ketin nava liv û tevgerê. Ji îro û pê vê tiştên li şaredariyê dibin emê mudaxil nebin. Hemû delîlên hatin ber destên me, me kirin dosye. Piştî ku mebateyên me dan me, emê erka xwe bi cih bînin û bangî mufetîşên dozgeriyê bikin ku bên lêpirsînê bidin destpê kirin.”