'Vê çalakiyê bibînin' 2019-04-06 14:39:15 AMED - Naîme Çelîk a ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye di 28’ê adarê de hat berdan û niha li malê çalakiyê didomîne. Çelîk bang li gelê kurd kir û wiha got: “Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku çalakiya me bibînin. Em bi zembîlê nayên em zarokên we ne. Êdî bes e bila gelê me çav û guhê xwe veke û me bibîne.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 150'emîn de didome. Îro li hemû girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî di grevê de ne. Koma yekem ku di 16’ê kanûnê de dest bi grevê kirin 112 roj in bi heman armancê di çalakiyê de ne. Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî di çalakiyê de ne.    Girtiyên serbest tên berdan li malê çalakiya xwe berdewam dikin. Yek ji girtiya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji 1’ê Adarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û di 28’ê adarê de hat berdan jî Naîme Çelîk e. Çelîk pîştî 2 sal û 6 mehan girtî ma, piştî hat berdan çalakiya xwe li mala xwe ya li Taxa Fatîh a navçeya Rezana Amedê didomîne. Naîme Çelîk li ser berxwedan û biryardariya xwe ya çalakiya greva birçîbûnê ji Edîtorên Rojnameya e-rojname Rohat Ararat û Kadrî Esen re axivî.   Çelîk, destnîşan kir ku ew jî wekî hemû hevalên xwe di 1’ê Adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çelîk, bibîrxist ku dewlet di xwaze bi berdana çalakgerên greva birçîbûnê berxwedana wan bişkîne û di di 28’ê adarê de hatiye berdan. Çelîk, anî ziman ku ew ji endamtiya rêxistinê û alîkarî dayina rêxistinê, dihat darizandin û wiha got: "Ez 2 sal û 6 mehan girtî mam. Heta ku em negêjin armanca xwe em bi tu awayî dev ji çalakiya xwe bernedin. Daxwazên me aşkera nin. Me armanca xwe bi daxwaznameyan jî anî ziman. Em tiştekî pir cuda naxwazin. Em dixwazin Rêberê me wekî her girtî ji mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê sûdê bigire. Tu agahiya me ji rêberê me tune ye. Em nizanin sax e an na. Em îro dikarin ji bo Serokê xwe bedana xwe bidin agir, xwe birçî bihêlin û daliqînin. Îro li zindanan bi hezaran hevalên me di grevê de ne."    JI BO DEST JI GREVÊ BERDIN ME BERDIDIN   Çelîk, ji rayedarên Tirkiye xwest ku li gorî qanûn û hiqûqa xwe tevbigere û wiha got: “Tirkiyeye li gorî qanûn û hiqûqa xwe tev nagere. Em dixwazin, Tirkiye li hemberî Rêberê me li gorî qanûn û hiqûqa  xwe tevbigere. Armanca dewletê ew e ku li zindanan çalakiyê vala derbixe. Zêdeyî 2 sal in ez girtî bûm. Li gel ku di dosya min de delîl tune bû jî bi hincetên vala ez girtî dihiştim. Niha jî ji bo ku ez dev ji çalakiyê berdim, min berdan. Ji grevê ditirsin. Ji ber vê yekê hewl didin hevalên di grevê berdin. Naxwazin çalakî belav bibe û mezin bibe.    Çelîk bal kişand ser biryardariya xwe û wiha berdewam kir: “Heke armanca dewletê şikandina çalakiya me be, em li kuderê bin em ê çalakiya xwe bidomînin. Hûn dê nikaribin çalakiya me bişikînin. Ez li malê jî li kuçê bim jî li kuderê bibim ez ê çalakiya xwe berdewam bikim. Heta ku çalakiya me encam bide em ê bidomînin.”   ‘ÇALAKIYA ME BIBÎNIN'   Çelîk, herî dawî bang li her kesî kir û wiha got: “Em ji gelê xwe pir tiştekî cuda naxwazin. Em dixwazin çalakiya me bibînin. Em ji jorve nehatine. Em zarokên we ne. Em dixwazin ku gelê me bifikire ku armanca me çi ye? Divê gelê me armanca me zanibe. Êdî bes e bila gelê me êdî çav û guhê xwe veke û me bibîne. Îro cenazeyê hevalê me ji zindanan derdikeve, sistema dewletê sîtemeke werê ye ku gelê me nikare biçe cenazeyê xwe bîne. Destûr nade ku dayik cenazeyê zarokên xwe bibînin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku xwedî li cenazeyê xwe derkevin. Sibê dusibê dibe ku ez jî bimirim û hin hevalên din jî şehîd bibin. Şehadet ji bo me tiştekî pir giran e. Em dikarin bedena xwe bidin. Lê divê gelê me, me bibîne. Qet nikaribin tiştekî bikin bila xwedî li cenazeyê me derkevin. Em ji jiyanê pir hez dikin. Qasî ku ez ji jiyanê hez dikim bawer nakim ku kes hez dike. Lê îro ji bo jiyanê dikarim bedena xwe jî bihelînim.”