Zebze û fêkiyên xwe li qeraxa rê difiroşin 2017-11-12 09:24:09 COLEMÊRG- Ji ber qedexekirina zozanan, li gundê Biyadira Çelê hema bêje sewalvanî qediya. Ji ber vê jin li kêlekên rêyan hinar, tirî, simaq, hejîr û gelek berên din ku ew diçinînin difiroşin û debara malên xwe dikin.  Gelek şêniyên gundê Biyadirê ya avçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber nebûna kar gund terikandine. Jinên li gund jî ji ber qedexekirina zozanan nikarin ji malên xwe derkevin, lê ji bo debara mala xwe bikin fêkî û zebzebên ku wan çandine difiroşin. Jinan anî ziman ku berê wan li gund sewal xwedî dikirin û debara xwe bi wan dikirin, lê belê niha çûyîna erdê li berwarê gund jî qedexe ye.    ‘LEŞKERAN HER DERÊ GUND DORPÊÇ KIRIYE, EM NIKARIN DERKEVIN’    Jina bi navê Hatûnzîn Korkmaz, anî ziman ku tenê niha ew fêkî û zebzebên li gund hêşîn tên difiroşin û pê debara xwe dikin. Korkmaz got ku dewletê her der qedexe kiriye û tu derfet ji wan re nehatiye hiştin. Korkmaz, da zanîn ku ew hinar, hejîr, tirî û fêkiyên din difiroşin û debara xwe dikin. Korkmaz ev tişt gotin: “Li nav van çiyayan wekî din tiştekî ku em bikin tune ye. Leşker li her derî bi cih bûne. Erdên li nêzî gund jî hatine qedexekirin. Ev hemû ji ber nasnameya me ye. Bi vî awayî dixwazin me biqedînin.”    Emîne Ozcan ku li ser riya Colemêrg-Çelê fêkiyan difiroşe jî, anî ziman ku tekane daxwaza wan aştiyeke mayînde ye. Ozcan wiha got: “Ji bilî vî gundî derekî me yê ku em lê bijîn tune ye. Ji ber vê em havîn û payîzan li qeraxên riyan berê ku em li gund diçinînin difiroşin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Nan her tim tê dîtin, lê xwesteka me ya herî mezin aştiyeke mayînde ye.”    Ozcan, diyar kir ku mêrên li gund ji ber betaliyê ji gund derketine û çûne xebatê. Ozcan, diyar kir ku ew bi vî karê xwe serbilind û wiha got: “Li vî gundî leşkeran wekî din tu şensekî jiyanê ji me re nehiştine. Em nikarin hewyanan xweyî bikin, em nikarin wan derxînin derveyî gund. Tiştên ku em tînin vir, heta êvarî em li benda wan in ku bên firotin. Yên nayên firotin jî em didin mirovên ku di rê de derbas dibin û pêdiviya wan pê heye.”    Jina bi navê Ayten Tûnç ku simaq û hinaran difiroşe jî, diyar kir ku di her demsalê de fêkiyên cuda hene û ew li gor demsalan fêkiyên cuda difiroşin. Tûnç, got ku ew firotina van beran debara malbatên xwe dikin.    ‘BERÊ QEDEXE TUNE BÛ, ME HER TIŞT DATANÎ’    Tûnç, diyar kir ku berê wan erdên xwe yên li gund diçand û pez xweyî dikir û ev tişt gotin: “Li derdora gundê me gelek erdên berdar hene. Berê me kuncî, birin, genim diçand û pez xweyî dikir. Rewşa me zaf baş bû. Lê belê niha erdên li nêzî gund jî qedexe ne. Êdî em nikarin heywanan jî xweyî bikin. Ji ber vê niha em bi firotina zebze û fêkiyan debara xwe dikin.”    ‘ORGANÎK Û ERZAN IN’    Ji kamyonvanên ku di rê de derbas dibin Îsmaîl Kanat jî, anî ziman ku her cara ku ew derbas dibin ew ji bazara li ser rê hin tiştan dikirin. Kanat wiha axivî: “Mixabin gelê me muhtacî van bazarên li qeraxên riyan hatin kirin. Lê belê hêla baş ew e ku mirov li van bazaran fêkiyên biqalîte û organik peyda dike. Her cara ku em derbas dibin fêkî û zebze dikirin. Hem erzan in û hem jî ji bo tenduristiya mirov baş in.”    MA / Hamza Gunduz