Komek 37'emîn li Mexmûrê grev dewir girt 2019-04-06 14:12:38   MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 112'an de didome. Koma 37’emîn çalakî dewir girt.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 112'an de didome. Koma 37’yemîn  a ji 15 kesan pêk tê, çalakî dewir girtin.  Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya bêdem û bêdorveger ku di 21’ê Çile de dest pê kiribû jî di roja 77’an de bi biryardarî dewam dike. Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 37'yemîn Hekîm Teymûr axivî. Hekîm Teymûr xêrhatina tevayî kesên amade kir û got: “Armanca çalekiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê ye. Em pir bi şansin û kêfxweşbûn ku koma me rastî roja rojbûna Rêber Apo hat.” Teymûr got ku heta ew dawî li tecrîdê neyinin wê dest ji çalekiyên xwe naberdin. Merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.