Rayedaran xwest 9 şûnwarên li Rojhilat vala bikin 2019-04-06 13:49:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Îranê xwestin ji ber lehiya ku çend roje radibe, 9 warên girêdayî bajarê Xuzistanê ya li başûr rojavayê Îranê vala bikin.    Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çend roj in baran dibare. Ji ber baranê lehiya radibe û heta niha gelek ziyan çêbûye. Ji ber metirsiya lehiya ku çend roj in didome, Rayedaran ji ber metirsiya lehiyê ferman dan ku 9 wargehên parêzgeha Xuzistanê ya li başûr rojavayê Îranê vala bikin. Rayedaran ji şêniyên 9 bajaran xwestin ku demildest warên xwe vala bikin. Bajarên Xuzistanê yên xwestin bên vala kirin wiha ne: 4 bajarên li deşta Azadgan, Susengird, Bustan, Ebuhemîze û Kut, bajarê Refîh ê li herêma Hewîze, bajarên Hemîdiye, Gurye, Darxwîn û Ilhayî ne. Li gorî pêşbiniyên Hewanasiya Îranê wê îro pêlek din a baranê bibare. Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê herêm bakur û navenda Îranê jî digre û heta sibe wê berdewam bike. Niha herî zêde metirsî li ser parêzgeha Xuzistan a dikeve başûr rojavayê Îranê heye. Bi taybet cihên ku nêzî rûbarên Diz û Karwin di bin talûkeyê de ye. Metirsiya lehiyê hîn li ser hinek herêmên Parêzgeha Loristanê ya li Rojhilatê Kurdistanê maye û hinek gund di dorpêşa lehiyê de ne. Barîna barênê ziyan gihandiye 23 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Navendên fermî yên Îranê diyar dikin ku heta niha 71 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ne fermî herî kêm 200 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes bi birîndar bûne.