'Li dijî mirinê em jiyanê biparêzin’ 2019-04-06 13:13:11 ŞIRNEX - Platforma Şaxa KESK’ê ya Şirnexê, derbarê grevên birçîbûn de daxuyanî da û got: “Em li dijî mirinê jiyanê biparêzin. Em ji bo aştiyê hemû mirovên bi wijdan û exlaq dawetî berpirsiyartiyê dikin.”    Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Şirnexê, derbarê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat destpêkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. KESK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em li dijî mirinê jiyanê biparêzin. Krîzeke siyasî ya pir cîdî li welat heye. Bi zextan dixwazin civakê bêdeng bikin.”   KESK’ê di daxuyaniya da de ev bang kir: “Grevên birçîbûnê yên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li dijî bêhiqûqiyê dest pê kirin, asta krîtîkbûnê derbas kirin. Bi vê yekê re agahiyên mirinê ji girtîgehan tên. Ger ev rewş neyê çareser kirin dê  bibe sedama birînên mezin ên dinava civakan de. Em ji bo aştiyê hemû mirovên bi wijdan û exlaq dawetî berpirsiyartiyê dikin. Berî ku derengtir bibe, divê desthilatdariya siyasî li gorî hiqûqa gerdûnî vê pirsgirêkê çareser bike.”