Xwendekaran rojnamegerên hatine kuştin bibîr anî 2019-04-06 13:12:02   AMED - Endamên DO-DER'ê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin bi pêşandan fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegeran ên ji sala 1909'an heta niha hatine kuştin bibîr anî.    Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Dîcleyê (DO-DER) bi minasebeta Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin, li avahiya komeleyê ya li Semta Ofîsa Amedê bi pêşandana fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegerên hatin kuştin bibîr anî. Xwendekarên li avahiya komeleyê kom bûn ji bo bîranîna rojnamegerên hatin kuştin rêz girtin.    Piştî rêzgirtinê xwendekaran fîlmê "Press" ku jiyana rojnamegerên kurd ên di salên 1990'î de li bajarên herêmê hatin kuştin vedibêje nîşan dan. Piştî pêşandan fîlmê, sînevziyona jiyana rojnamegeran vedibêje jî hat nîşandan û metnên behsa kurtejiyana rojnamegeran dikirin hat xwendin.  Xwendekaran piştî çalakiya li avahiya xwe çûn Goristana Yenîkoyê ziyareta gora rojnameger Mazlum Erencî yê di sala 2011'an de li Dersimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da kirin.  Balkêş bû ku ji ber çalakiya xwendekaran gellek polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya komeleyê dorpêç kirin.