Malbata Pamay, cenazeyê kurê xwe Mahsûm Pamay defin kirin 2019-04-06 11:42:17   ŞIRNEX - Malbata Pamay, bi tevlebûna parlamentera HDP'ê cenazeyê Mahsûm Pamay ê 22 salî yê li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, li Cizîrê di dorpêça polîsan de defin kirin.    Malbata Pamay û parlamentera HDP'ê, Nûran Îmîr, cenazeyê Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbat û parlamentera HDP'e şeve din cenaze wergirtin û vê sibehê anîn Cizîrê. Dema malbatê cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, polîsan nexweşxane xistin bin dorpêçê. Polîsan destûr neda ku girseya ku parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de tev li merasimê bibin û biçin ser goristanê. Ji ber astengiya polîsan tenê malbata Pamay û parlamentera HDP'ê Nûran Îmir cenaze ji morga nexweşxaneyê girtin û birin goristanê. Malbata Pamay cenaze anî Goristana Asrî ya Cizîrê. Polîsan dora goristanê jî dorpêç kirin û destûr nedan ku ji xeynî endamên malbatê kesek beşdarî cenazeyê Pamay bibin. Malbatê cenazeyê Pamay li goristanê di bin dorpêça polîsan de defin kirin.