Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin: Ew nobedarên demokrasî û heqîqetê bûn 2019-04-06 10:14:37 AMED – Di 110 salan de 113 rojnameger hatin kuştin. Rojnamegeran di Roja Rojnamegerên Kuştî de hevalên xwe bibîr anîn û gotin: “Ji bo em dikaribin binivîsînin wan jiyan xwe da holê. Ew nobedarên nemir ên azadiya ramanê, demokrasî, pirr rengî û pirr çandê ne.”  Di 6’ê Nîsana 1909’an de xebatkarê Rojnameya Serbestî ya wê demê Hasan Fehmî Bey ku bi nivîsên xwe yên Cemiyeta Îttîhat û Terakkî tê nasîn li ser Pira Galatayê tê kuştin. Ji wê rojê vir ve 6’ê Nîsanê wek “Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin” tê qebûlkirin.   Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) ji wê rojê ve rojnamegerên hatine kuştin tomar dike. TGC diyar dike ku di lîsteya wan ji Krikor Zohrab heta Hrant Dînk, Ji Ugur Mumcu heta Metîn Goktepe, ji Musa Anter (Apê Musa) heta Ferhat Tepeyan herî kêm 66 rojnameger bi cînayetên faîl nediyar hatine kuştin. Ancak di lîsteyê de rojnamegerên kurd ku di salên 1990’an de hatin kuştin di lîsteyê de cih nagirin. Li Tirkiyeyê herî zêde di sala 1992’an de rojnameger hatine kuştin. Platforma Piştevaniya Bi Rojnamegerên Girtî Re (TGDP) jî diyar dike ku di 110 salan de 113 rojnameger hatine kuştin. Di lêkolînên TGDP’ê de tê gotin bi piraniya rojnameger û nivîskaran bi bûyerên navê “faîlê nediyar” lê tê kirin lê bes faîlê wan diyar ku li nava kolanan bi înfazkirinê û windakirinê hatine kuştin. Di roja me ya îro de herî zêde rojnamegerên girtî li Tirkiyeyê hene. Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran didome û tên girtin. Di nava çend salên dawî de bi sedan sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin, qedexekirin û sansûrkirin. Li gorî daneyên Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad niha li Tirkiyeyê 162 rojnameger li girtîgehan in.    Bi rasthatina Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (PRJM) Ayşe Guney û Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmut Oral zext û gefên li ser rojnamegerên muxalîf û azad nirxandin.    ‘JI BER LI PEY HEQÎQETÊ NE DIKIN HEDEIF’    Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan bersiva pirsa “Çima rojnameger tên kuştin?” da û got: “Rojnaemger bîra civakê ne. Rojnameger nahêlin raborî bê jibîrkirin. Li pey heqîqetê ne. Rastiyê derdixin holê. Ji ber vê yekê di hedefe de ne.”    ‘NOKTEYA HEVPAR MUXALÎFBÛN E’    Boltan anî ziman ku nokteya hevpar a kuştina rojnamegeran ew e ku hemû muxalîf in û got: “Rojnamegeran bi kuştin û girtinê ditirsînin ku rastiyê nenivîsinin. Dixwazin ku rojnameger civakê ronî û agahdar nekin. Em bi îktîdarek k udi roja me ya îro rojnamegeriyê dikuje re hevrû ne.”    ‘RÊBAZA ÎRO GIRTÎGEH E’    Berdevka PRJM’Ê Ayşe Guney jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerên li pey rastiyê dibezin hatin kuştin û îro jî rojnamegeran digirin dixin girtîgehan û got: “Îro dixwazin bi rêbaza girtin û çavtirsandinê dengê rojnamegeran bibirin. Rojnamegerên li dijî serweran bîat nakin, ya tên girtin an jî saziya lê dixebitin digirin û wan bêkar dihêlin. Îktîdar bi rojnamegeriya alîgirtiyê dixwazin rojnamegeriya azad û muxalîf biqedînin û qetil bikin. Bi vê yekê re jî dixwazin rastî û heqîqetê qetil bikin.”    ‘RÊBAZA BÊTEHAMULIYA BI ALÇAXIYE'   Nûnerê TGS’a Amedê Mahmut Oral jî diyar kir ku kuştina rojnamegeran a li Tirkiyeyê di serê sedsala bihûrî de wek rêbazek tarî ku dixwastin tune bikin û got: “Mixabin pergala serdest tehamulî ramanan nake. Dixwaze ramanên li dijî xwe bi rêbazên alçak tune bike. Bi kuştina rojnamegeran dixwazin pêşiya rastiyê bigirin û ev rastî negihîje gel. Heta niha li Tirkiyeyê 79 rojnameger hatine kuştin. Rojnamegerên hatine kuştin jî hemû di demek nêz de hatin kuştin. Armanca kuştina rojnamegeran diyar e. Li gorî fikra min divê navê ‘Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin’ wek roja ‘Roja Şehîdên Çapemeniyê’ bê gotin û dê wisa bi watedarttir bibe.”    MA / Lezgîn Akdenîz