Wekîla HDP’ê Tosûn: Hilbijêrên HDP’ê ji bo grevên birçîbûnê çûn ser sindoqan 2019-04-06 09:20:32 AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, diyar kir ku hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyan, hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan û got: “Divê hikumet daxwazên çalakgeran pêşwazî bike û tecrîd rake.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi stratejiyek nû li herêmî şaredariyên dibin rêveberiya qeyûman de paş ve qezenc kir û li rojavayê Tirkiyeyê jî bloka AKP-MHP’ê bi paşve xist. Li gorî encamên ne fermî HDP 3 şaredariyên mezin, bi giştî 69 şaredarî qezenc kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê Remziye Tosûn, serkeftina partiya xwe ya di hilbijartina herêmî de nirxand.    Tosûn, diyar kir ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de li herêmê gelek şarederî qenc kirin û bi pergala hevşaredariyê bi rêve bir û got: “Lê di demên cuda qeyûm hatin tayîn kirin û berî her tiştî xwestin pergala hevşaredariyê ji holê rakin. Di hilbjartina herêmî ya saal 2019’an de gel carek din pergal hevşaredariyê qebûl kir. Di vê hilbijartinê de me carek din pergala xwe ya hevşaredariyê ji qeyûm girt. Emê di şaredariyên xwe de vê pergalê carek din bi rêve bibin.”    'DARBE LI HIŞMEDIYA QEYÛM KET'   Tosûn, da zanîn ku polîtîkayên qeyûm berhemê hişmendiya serdest a zilame û wiha axivî: “Qeyûman sazî û dezgehên jinan yek bi yek girtin. Serkeftina ku partiya me di hilbijartina herêmî de bi dest xistibû, ji aliyê hişmendiya serdest a zilam ve hat derpkirin. Di şaredariyên me qezenc kir de emê dîsan saziyên jinan vekin û ji berê xurtir xebatên xwe bi rêve bibin.”    'BERSIV DAN QEYÛM’   Tosûn, bal kişand ser qedexeyên derketina derve yên di sala 2015’an de û wiha bilêv kir: “Bi tank û topan navçeya Sûrê ya Amedê ku bi dîroka xwe tê naskirin, ser û bikin kirin. Dûre jî qeyûm tayîn kirin. Li dijî gelê navçeyê polîtîkayên teslîmgirtinê  bi rêve birin. Dîsan bi polîtîkayên rant û diziyê bajêr bir rêve birin. Lê gel li ser sindoqan bersivek xweş dan wan. Ji sedî 60 HDP’ê qezenc kir.”    'AKP’Ê ÇI KIR JÎ NEKARÎ SÛRÊ QEZENC BIKE’   Tosûn, destnîşan kir ku AKP’ê li navçeyê gelek xebitî, lê çi kir jî nekarî Sûrê qezenc bike. Tosûn da zanîn ku gelê Sûrê xwedî barê xwe derket û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyên xwe, hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan. Divê hikumet vê îradeyê bibîne û daxwazên çalakgeran pêk bîne û tecrîd rake.”