Dayika Dersim Dag: Bila rêya Îmraliyê bê vekirin 2019-04-06 09:18:48 AMED - Kudret Dag, dayika Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila daxwaz bên qebûlkirin, bira rêya Îmraliyê bê vekirin, bila darbest neyên."  Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, di 3'yê Adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Paşê Parlementerên HDP'ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî daxilî çalakiyê bûn. Niha çalakiya Dagê di roja 35'an de ye. Dayika Dag, Kudret Dag bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila daxwaz bên qebûlkirin, bira rêya Îmraliyê bê vekirin, bila darbest neyên."    Dayik Dag got: "Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Eger gelê tirk jî wekî me ji vî şerî re bigota 'êdî bes e', wê niha bi hezaran kes ne di greva birçîbûnê de bûna. Divê dayik doza aştiyê bikin, bila zarokên tu kesî nemirin. Bila dilê tu dayikê neşewite. Eger dilê me bişewite ê wan jî dişewite. Her ku wisa dewam dike, şer kûrtir dibe. Ev xwîn bi gotina 'bila welat sax be' nasekine. Divê dayikên leşker û polîsan jî dengê xwe bilind bikin û doza aştiyê bikin. Çimkî dilê dayikan dişewite."    ‘BILA RÊYA ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN'    Dag, bi bîr xist ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 150 roj in di greva birçîbûnê de ye û li girtîgehan jî girtiyên di greva birçîbûnê de di asteke pir krîtîk de ne. Dayik Dag, bang li Wezarata Dadê kir û got: "Giş zarokên me ne. Hem li zindanan hem li derve em tên çewisandin. Her diçe di grevên birçîbûnê de jî çalakger dihelin. Bila daxwaz bên qebûlkirin, bira rêya Îmraliyê bê vekirin, bila darbest neyên. Divê rojek berî rojekê Birêz Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re çêbike."    Her wiha Dag kurdên piştgiriyê didin AKP'ê jî rexne kir û got: "Ji dêvla destekê didin AKP'ê, bila kesên di greva birçîbûnê de ne û her roj dihelin bibînin. Heta dikevin pêyî Erdogan, bila xwedî li vîna xwe derkevin. Eger mirin çêbibe, berpirsiyar hemû kurd in. Birîndar tenê bi birîna xwe nizane, em hemû hay ji birîna xwe çêbibin. Eger agir bi darê bikeve, wê daristanê giş bişewitîne."    ‘EM LI BENDA MIRINA ZAROKÊN XWE NESEKININ'    Herî dawî Dag got: "Keça min 23 salî ye. Wekî wê bi hezaran girtî bi mehan e bedena xwe dane ber mirinê. Bi hezaran zarokên min di greva birçîbûnê de ne. Xwarin di ber me re naçe. Nikarim biçim metbaxê. Em naxwazin em bijîn jî, em wek adrbesteke vala ne. Ne şeva me şev, ne jî roja me roj e. Xew bi çavên kîjan dayikê dikeve? Divê dayik li malê nesekinin, rabin ser piya. Em xwedî li zarokên xwe derkevin. Em li benda mirina zarokên xwe nesekinin."