‘Me qeyûm şandin, niha dor hatiye şikandina tecrîdê' 2019-04-06 09:17:57 ÊLIH - Welatî çûn serdana Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û ew pîroz kirin. Welatiyan got, wan qeyûm şand, niha jî dor hatiye şikandina tecrîdê.  Piştî HDP, di hilbijartina 31'ê Adarê de li Êlihê bi ser ket welatî çûn serdana hevşaredarên nû Songul Korkmaz û Mehmet Demîr. Welatiyan li avahiya HDP'a bajêr hevşaredarên nû pîroz kirin û gotin: "Me qeyûm şand, niha jî dor hatiye şikandina tecrîdê."    ‘DIVÊ BIJÎ'    Dayika Aştiyê Maşallah Işik Arslan, anî ziman ku wan qeyûm şandiye, niha jî dor hatiye şikandina tecrîdê û got: "Me qeyûm şand, lê ev ne bes e. Pêşî em ê hevşaredarên xwe li şaredariyê bi cih bikin. Paşê em ê li dor şaredariyê bibin xelek û divê em careke din nedin wan. Bila neyê jibîrkirin, divê em şaredariyên me bi dest nexistine jî bi dest bixin." Işik, destnîşan kir ku divê têkoşîn û piştevaniya ji bo girtiyan jî bê bilindkirin û got: "Divê em bitêkoşin, tecrîdê bişikînin û bikin ku girtî bijîn."    Zubeyîr Çelîk jî, anî ziman ku gel bersiva daye kesên vîna Êlihê xesp kirine. Çelîk, bal kişand ser qeyûman û got: "Dibêjin me xizmet kiriye. Na, derew e. Qeyûm, zirara mezin daye çand û zimanê gel. Gel jî bersiveke baş da wan. Tenê ne li Êlihê, li Stenbol, Enqere û gelek deverên din me bersiveke baş da wan û me ji dîktatoriyê re got na."    Berfîn Bekiroglû jî got: "Jinan careke din vîna xwe nîşan da. Îktîdar ji jinan ditirse, loma qeyûm tayîn kiribûn. Lê jinan dawî li vê xespkirinê jî anî. Me bi têkoşîna xwe îktîdara wan bi paş ve bir."